Girtiyekî din jî jiyana xwe ji dest da 2021-12-17 23:42:38   RIHA - Hat ragihandin ku li Girtîgeha Bolû ya Tîpa T'yê girtiyê edlî Îlyas Demîr di hucreya lê dihat girtin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest daye.    Hat îdiakirin ku li Girtîgeha Bolû ya Tîpa T'yê girtiyê edlî Îlyas Demîr (32) ku cezayê muebeda giran lê hatibû birîn, di hucreya yekkesî de bi awayekî mirî hatiye dîtin. Piştî mirina gumanbar a Demîr, keyayê taxê xebera mirina Demîr gihand malbata wî ya li navenda Rihayê. Piştî vê malbatê telefonî rêvebiriya girtîgehê kir û rêvebiriya girtîgehê jî ragihand ku xeber rast e. Nehat zanîn ku bê Demîr bi çi awayî jiyana xwe ji dest daye.   Têkildarî mijarê me xwe gihand xwişka wî Mahîde Demîr. Demîr, anî ziman ku birayê wê ji sala 2013'an heya niha di gelek girtîgehan de maye û nerihetiyên wî yên derûnî hebûn. Demîr, diyar kir ku ji bo tedawiya birayê xwe gelek caran serî li rêvebiriya girtîgehê dane, lê belê serlêdanên wan esas nehatine girtin û got: "Wî xistine hucreyekê. Ev sûc e. Diviyabû li nexweşxaneyê bihata tedawîkirin. Par gava em çûn girtîgehê cem wî, me dît bi jilêtê pêşiya porê xwe qusandiye. Ji ber ku destê wî negihaştiyê, paş serê xwe nequsandiye. Ma qey rêvebiriya girtîgehê kuaforan naşîne?"    Demîr, destnîşan kir ku dê giliyê rêvebiriya girtîgehê bikin.    DI 4 ROJAN DE 3 MIRIN   Abdulrrazak Sûyûr di 14'ê Kanûnê de li Girtîgeha Şakran a Alîaga ya Îzmîrê ya Jimare 2'yan a Tîpa T'yê, Halîl Guneş di 15'ê Kanûnê de li Girtîgeha Jimare 2'yan a Amedê jiyana xwe ji dest dabû. Îro jî hat hînbûn ku Demîr bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest daye.