Welatî dikevin dora kirîna nan: Bila Erdogan şerm bike 2021-12-17 14:04:55   STENBOL - Xelk li Stenbolê ji bo ku nanê erzan bikire tevî şiliyê jî bi saetan di dorê de dimîne. Welatî berteka xwe wiha anîn ziman: “Berpirsiyar Erdogan e, bila ji vê şerm bike, xelk ji birçîna dimire.”    Li Stenbolê li hin navçeyan bihayê nan derket 2 lîre û nîv û li hin navçeyan jî derket 3 lîreyan. Li bufeyên nanê gel erzantir yanî bi lîreyek û 25 qirûşî tê firotin. Xelk berê xwe dide ber van bufeyan û tevî barîna baranê û hewa sar jî bi saetan di dorê de dimînin. Li ber van bufeyan dor dirêj dibe û dawiya wê xuya nake. Vê sibehê welatî tevî barîna baranê jî li benda kirîna nan sekinîn û hin ji wan dikaribûn nan bikirin û hin ji wan heta dor gihîşt wan nan qediya û nikaribûn nan bikirin.   ‘BILA ERDOGAN ŞERM BIKE’    Welatiyên liber bufeya nanê gel a li taxa Yunus Emre ya navçeya Sultangaziyê di dora kirîna nan de sekinîn, bertek nîşan dan. Welatiyan diyar kir ku serê sala nanekî bi lîreyek û 75 qirûşî dikirîn lê niha ew nan derketiye 3 lîre û nîvan. Welatiyan destnîşan kir ku êdî însan hatine wê astê nikarin nan bikirin û got: “Hin kes rojê deh nan dikirin. Lê em ji heqê kirîna nan nayên der. Vê ji rayedaran re ragihînin. Berpirsiyarê vê dora li vir Erdogan e. Bila Erdogan ji vê şerm bike, xelk ji birçîna dimire. Êdî xelk nikare nan bibîne.”