'Edî bes e, dawî li vê zilmê bînin' 2021-12-17 12:50:54   AMED - Şefîka Kazici ya ku lawê li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê girtî ye diyar kir ku lawê wê bi binpêkirinên mafan re rûbirû maye û got: “Êdî bes e, dawî li vê zilmê bînin."    Girtî Cengîz Kazici li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê tê ragirtin. Kazici bi riya telefonê li malbata xwe geriya û bi dayîka xwe re axivî û behsa binpêkirinên mafan ên li wan tên sepandin kir. Dayika girtî Şefîka Kazici da zanîn ku çend roj berê gardiyanan bi ser odeyan de girtiye, hin girtî hatine sewqkirin, xwarinên nepaqij didin girtiyan, li girtîgehê ava germ tune ye û heqaret li girtiyan tê kirin. Kazici bertek nîşanî binpêkirinên mafan ê li girtîgehê da û wiha got: “Em dixwazin zarokên me ji vê zilm û îşkenceyê xelas bibin. Êdî bes e, bila ev zilm dawî be."