Hevserokê Giştî yê OHD'ê Şeker: Girtîgeh bûne cihê mirinê 2021-12-17 09:08:43 AMED - Hevserokê Giştî yê OHD'ê Bunyamîn Şeker diyar kir ku di mirina girtiyên nexweş de tiliya ATK'ê û darazê heye û got: "Girtîgeh bûne cihê mirinê. Divê guh li qîrîna ji bo edaletê ya malbatên girtiyan bê kirin."  Ji ber paşguhkirina bangawazî û hewldanên ji bo girtiyên nexweş, cenaze ji girtîgehan derdikevin. Herî dawî li Girtîgeha Şakran a Îzmîrê ya Tîpa T'yê Abdulrezzak Sûyûr û li Girtîgeha Amedê ya Jimare 2'yan jî Halîl Guneş jiyana xwe ji dest dan. Salîh Togrûl jî ku piştî li girtîgehê felcî bûbû di sala 2014'an de hat berdan, duh na pêr li Mêrsînê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.   Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Şeker ku ji bo berdana girtiyên nexweş ketiye nava hewldanan, mirinên li girtîgehan û helwesta Saziya Tiba Edlî (ATK) nirxand.    ATK DIBE SEDEMA MIRINA GIRTIYAN   Şeker, bal kişand ser biryarên siyasî yên ATK'ê ku dibin sedema mirina girtiyên nexweş û got: "Heya niha ji ber vê helwesta ATK'ê bi sedan girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane. Mixabin heya sererastkirinên di Qanûna Înfazê de û helwesta ATK'ê neguhere, heya helwesta dewletê ya ji bo girtiyên nexweş neguhere em ê tim bi van mirinan re rû bi rû bimînin."    BERPIRSIYARIYA DEWLETÊ   Şeker, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên di dema pandemiyê de jî. Şeker, destnîşan kir ku bi van binpêkirinan re darbest ji girtîgehan derketine û girtîgeh veguherîne cihê mirinê.    Şeker got: "Ev rastî weke şelmaqekê li nav çavê me dikeve. Halîl Guneş girtiyek rewşa wî xedar bû, lê 5 rojan bi tena xwe di hucreyekê de hatiye hiştin û jiyana xwe ji dest da. Diviyabû Guneş bihata tedawîkirin û peywirdarên girtîgehê tim ew kontrol bikirina û kesek li cem wî bûna, lê rabûne wî xistine hucreyê. Aşkere ye ku ew odeyên karantînayê ji bo girtiyan cihê mirinê ne."    Şeker, destnîşan kir ku berpirsên van mirinan dewlet e.   ŞIRÎKÊN SÛC   Şeker, bibîr xist ku Desteyên Çavdêriyê yên Girtîgehê înfaza gelek girtiyan dişewitînin û biryarên desteyê wekî biryarên "kêfî" pênase kir. Şeker got: "Ên di van desteyên çavdêriyê de biryarê didin, serdozgerên komarê û dadgeriyên înfazê ne û ev şirîkên vî sûcî ne."    HIQÛQA DIJMINATIYÊ   Şeker, destnîşan kir ku divê dadgeriyên înfazê û ATK helwestên xwe biguherînin û got: "Divê girtiyên nexweş bi awayekî bi rêk û pêk bên tedawîkirin. Divê ji bo girtiyan nêzîkatiyeke hîn hesastir hebe. Mixabin nêzîkatîne ne birêkûpêk û sûkî hene. Ji lew re li hemberî girtiyan hiqûqa dijminatiyê tê pêkanîn. Li vî welatî di dema pêvajoya 'çareseriyê' de jî girtiyên nexweş bûn mijara bazarê. Niha em behsa 604 girtiyên rewşa wan giran dikin ku ev ji ber helwestine neehlaqî û siyasî yên dewletê di girtîgehan de ne. Em dibêjin 604, lê ev hejmar di ser hezar û 500'î re ye. Her nexweş li girtîgehan hîn bêtir bi xetereyê re rû bi rû ye."    NOBEDA EDALETÊ   Şeker, anî ziman ku paya her kesî di van mirinan de heye û bal kişand ser Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan. Şeker got: "Em saziyên civaka sivîl û rêxistinên pîşeyî bi salan e ji bo balê bikişînin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bênavber tevdigerin. Lê têr nake. Îro ro mirov dimirin, nexwe kesek ji me jî karê xwe baş nekiriye. Niha ji bo piştgiriya Nobeda Edaletê divê em ji xwe bipirsin divê em çi bikin. Em behsa gerînekeke bêedaletiyê dikin. Edalet ji zû de ye ji holê hatiye rakirin. Bangawazî û qîrîna van malbatan ji bo pêkanîna edaletê ye. Ev bangawazî bangawaîzne mafdar û rewa ne. Divê guh li van bangawaziyan bê kirin."    MA / Ergîn Çaglar