Girtî li deverên bê kamera tên derbkirin 2021-12-17 09:07:51   ÊLIH - Girtiyên di girtîgehên Êlihê de ragihandin ku li deverên bê kamera hatine derbkirin û lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin.    Navenda Mafên Mirovan a Parêzer Sedat Ozevîn a Baroya Êlihê, li hemberî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên tîpa T û M'yê yên li Qubînê tevgeriya. Parêzerên baroyê hevdîtin bi girtiyan re kirin û di van hevdîtinan de gelek binpêkirinên mafan tespît kirin. Girtiyan bi rêya parêzeran ragihand ku lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin, çalakiyên wan ên spor, çand û hunerî tên astengkirin.    GIRTÎ HAT DERBKIRIN   Ji parêzerên hevdîtin bi girtiyan re kirin û têkildarî mijarê rapor amade kirin Zedan Ekmen, destnîşan kir ku li girtîgeha ku saleke li navçeya Qubînê hatiye çêkirin gelek binpêkirinên mafan rû didin. Ekmen, bal kişand ser tespîtên di raporê de cih negirtine û got: "Yek ji vana derbkirin e. Girtiyek ji ber derbkirinê 10 rojan li nexweşxaneyê maye. Me hevdîtin bi malbatê re kir. Malbatê rewşa wî ragihand. Ev tişt hê jî didome. Her wiha tiştên li kantînê jî pir biha difiroşin girtiyan. Qedexe ye ku tiştên li kantîna girtîgehê hebin ji derve bên xwestin. Di nav van tiştan de amûrên paqijiyê jî hene. Her wiha biryar hatiye girtin ku pirtûk, rojname û kovaran nedin girtiyan."    LÊGERÎNA TAZÎ   Ekmen, bilêv kir ku girtiyan ragihandiye ku lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin û got: "Tê gotin kîjan girtî bê girtîgehê lêgerîna tazî lê tê ferzkirin. Her wiha bi qasî ku girtiyan ragihandiye kincên wan ên ser û bin tevde ji wan dikin."    Ekmen, diyar kir ku girtiyan ragihandiye ku wan dibin deverên bê kamera û li vir li wan dixin û got: "Bi taybetî girtî û hikumxwarin ji ber sûcên edlî hatine girtin li deverên bê kamera tên derbkirin. Bi taybetî jî li Girtîgeha Tîpa M'yê."    KAPASÎTEYA QAWÎŞAN   Ekmen, da zanîn ku li hin qawîşan di ser 20'î re girtî henhe û got: "Ji ber rêziknameyê herî zêde vantîlatorekê didin qawîşekê. Lê gava mirov şert û mercan bîne ber çavê xwe, vantîlatorek qawîşekê hênik nake. Di giliyên hatin kirin de hat ragihandin ku daxwaznameyên wan esas nayên girtin, mafê wan ê nûçewergirtinê tê binpêkirin."    Ekmen, ragihand ku kincên ku malbat dişînin jî piştî 2-3 rojan didin girtiyan. Ekmen, destnîşan kir ku demildest divê ji ber van pêkanînan lêpirsîn bê desrpêkirin û dê vê meseleyê bişopînin.    MA / Fethî Balaman