Tûgrûl li bajarê xwe Sêrtê hat veşartin 2021-12-17 08:49:05   SÊRT - Cenazeyê Salîh Tugrul ê li girtîgehê felç bûbû û pêr li nexweşxaneyek Mêrsînê jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê xwe Sêrtê hate veşartin.     Girtiyê nexweş ê giran Salîh Tûgrûl ê dema li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê dima nexweş ketibû û felç mabû, di 13'ê Kanûna 2014'an de biryara berdana wî hatibû dayîn, pêr li Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê û rêveberên TUAY-DER’ê cenazeyê wî ji morga nexweşxaneyê wergirtin û ji bo veşartinê şandin bajarê wî Sêrtê.   Cenazeyê ku bi ambûlansê ji Mêrsînê şandin Sêrtê piştî pêkanîna vecîbeyên olî li Goristana Şêx Suleyman a Sêrtê hat veşartin. Parlementerê Sêrtê Siddik Taş, aktîvîstên TJA'yê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Rêxistina HDP'ê ya Bajêr, endamê MEBYA-DER'ê û gelek welatî beşdarî merasîma cenazeyî bûn. Dê şîna Tûgrûl li mala wî ya li Mêrsînê were qebûlkirin.