Nobeta Edaletê di roja 31'an de ye: Girtiyên nexweş tên kuştin 2021-12-16 16:58:32   AMED - Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî OHD'ê Yûsûf Çakas serdana Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan li Baroya Amedê dabûn destpêkirin kir û diyar kir ku girtiyên nexweş tên kuştin.    Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin û nayê berdan li Baroya Amedê dabûn destpêkirin di rıja 31'an de berdewam dike. Her wiha serdanên ji bo malbatan jî didomin. Destpêkê rêveberên rêxistinên HDP û DBP'ê yên Amedê serdana malbatan kirin. Di serdanê de Hevserokê HDP'a Hezroyê Alîhan Kûşlû axivî û diyar kir ku bibpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji nêz ve dişopînin û wiha got: "Em ê piştgirî bidin çalakiya malbatan."   Xizma girtiyan Hasîne Guler jî diyar kir ku di nav du rojan de 2 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane û ji bo ku li girtîgehan mirin çênebin bang kir ku herkes piştgiriya wan bike.    'GIRTIYÊN NEXWEŞ HATIN KUŞTIN'   Piştre Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û rêveberên şaxên OHD'ê yên Mêrdîn û Rihayê jî serdana malbatan kirin. Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî OHD'ê Yûsûf Çakas, di serdanê de axivî û diyar kir ku piştî mirinên girtiyên nexweş qalkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji bo wan zor e û wiha got: "Girtiyên nexweş tên kuştin. Di nav hefteyekê de 4 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Ev ne rast e, ev girtî hatin kuştin. Ev jî nîşan dide ku nobet çiqas mafdar e. Me çikir em bi awayekî têrker nebûn bersiv. Bi taybetî jî mirina Halîl Guneş cînayet e. Rexmî ku rewşa wî giran bû jî di hucreyê de hiştin. Şertên hucreyan ên girtiyên nexweş lê bimînin tune ne. Mixabin mirina Halîl wiha çêbû. Hê pirî girtî di vê rewşê de hene. Odeyên qarantînayê bûne odeyên mirinê."   Piştî Çakas Endamê Lijneya Rêveberiya OHD'a Rihayê Serdar Tum jî axivî û diyar kir ku li welat edaletê rakirine refê û got ku wê piştgiriya hemû nobetên edaletê bikin.   BANGA XWEDÎ DERKETINÊ   Herî dawî xizma girtiyan Herdem Merwanî axivî. Merwanî, bal kişandin ser mirina 4 girtiyan û ev tişt anîn ziman: "Hin tişt ji me re pir giran tên. Di nav hefteyekê de me 4 hevrêyên xwe winda kir. Dibine nexweşxaneyê, 17 rojan di bin şertên giran de di hucreyê de dihêlin. Qaşo wê baş bikin lê terkî mirinê dikin. Divê êdî em zêdetir deng derbixin. Ne tenê peywira baroyên li vir û ÎHD û OHD'ê ye. Ev pirsgirêka tevahiya Tirkiyeyê ye û divê herkes xwedî derkeve.   Xizma girtiyan Încî Guler jî bang li malbatan kir ku bi awayekî hêz tevlî çalakiyê bibin.    Piştî axaftinên hatin kirin xizmên girtiyan çalakiya xwe ya îro bi dawî kirin.