Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 8'an de ye 2021-12-16 14:51:09   WAN - Aîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Umît Dede serdana malbatên Nobeta Edaletê digirin kir û bi lêv kir ku Wezareta Edaletê û desthilat ji sûcên li girtîgehan pêk tê berpirsyar in û ev tişt got: "Tenê banga ku em li wan bikin, banga; 'teslîm bibe' ye."   Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazê wan hatine şewitandin û nayên berdan li Baroya Wanê dabûn destpêkirin di roja 8'an de berdewam dike. Malbatan bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û banga hestiyariyê li raya giştî kirin. Serdanên ji bo malbatan jî didomin. Aîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê ku ji Komîsyona Hiqûq û Mafê Mafê Mirovan Berpirsyar e Umît Dede serdana malbatan kir.    Dede di serdanê de axaftineke kir û balê kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Dede, diyar kir ku Wezareta Edaletê û desthilat ji sûcên li girtîgehan pêk tê berpirsyar in û ev tişt got: "Tenê banga ku em li wan bikin, banga; 'teslîm bibe' ye."   Dayikên li nobetê jî diyar kirin ku heta binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin wê têkoşîna xwe bidomînin.