‘Mirina girtiyên nexweş cînayet e’ 2021-12-16 10:32:02   ENQERE - Parlementerê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz diyar kir ku hikumet girtiyên nexweş weke amûrekî tolhildanê bi kar tîne û wiha got: “Mirina girtiyên nexweş cînayetên bi zanebûn in.”   Li gorî daneyên mafên mirovan, li girtîgehan 604 jê giran hezar 605 girtiyên nexweş hene. Girtiyên ku rewşa wan a tenduristiyê her ku diçe nebaş dibe, bi biryara Saziya Tiba Edlî (ATK) ya “dikare di girtîgehê de bimîne” û bi biryara Lijneyên Çavdêriyê yên Girtîgehê ne “bi halê baş e” nayên berdan û terkî mirinê tên kirin.    Di nava du rojan de girtiyên nexweş Abdulrezzak Sûyûr ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Şakranê dima, Halîl Guneş ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Amedê dima û Salîh Togrûl ku înfaza wî hatibû rawestandin û li derve dihat dermankirin jiyana xwe ji dest dan.     Endamê Komîsyona Mafên Mirovan ê Meclîsê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, rewşa girtiyên nexweş nirxand. Kaçmaz, peymanên netewî û navnetewî yên têkildarî girtiyên nexweş bi bîr xist û wiha got: “Tirkiye li gorî van peymanan tevnagere. Em bi desthilatdariyeke wisa re rû bi rû ne ku bi zanebûn û bi îrade girtiyên nexweş ên giran di girtîgehê de dihêle û rê li ber cînayetê vedike.”   MIRIN NE XWEZAYÎ NE   Kaçmaz, destnîşan kir ku divê înfaza girtiyên nexweş were taloqkirin û bên derman kirin û wiha got: “Hikumet bi taybetî bi rêya Saziya Tiba Edlî (ATK) ku bûye navgîneke siyasî ya tolhildanê, girtiyên nexweş ên giran terkî mirinê dike. Mirinên li girtîgehan ne mirinên xwezayî ne. Cînayetên bi zanebûn tên kirinin. Em bi rewşeke hiqûqa dijmin esas digire û derveyî mirovahiyê re rûbirû ne. Girtiyên nexweş bi destê desthilatdariyê weke navgîneke taybet a şer tên bikaranîn.”   PIRSGIRÊKA CIVAKÎ   Kaçmaz, bi lêv kir ku rewşa girtiyên nexweş pirsgirêkeke civakî ye û wiha berdewam kir: “Desthilat li ser girtiyên nexweş peyamê dide gelê kurd. Ji civakê re jî dibêje li çarçoveya pêdiviyên xwe yên siyasî û bîrdozî ez ê li dijî hiqûqê tevbigerim, wijdan û exlakê jî bidim aliyekê.”   DIXWAZE PEYAMÊ BIDE GELÊ KURD   Kaçmaz, anî ziman ku desthilat girtiyên nexweş li dijî civakê weke amûreke gefê bikartîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di nava şert û mercên asayî de qanûnek heye lê nayê bicihanîn. Desthilat girtiyên nexweş ên siyasî weke rehîne digire û dixwaze peyamê bide gelê kurd û raya giştî ya Tirkiyeyê û vê yekê weke amûra bazarê bi kar bîne.”   MAFÊ XATIRXWESTINÊ TÊ ASTENGKIRIN   Kaçmaz, dazanîn ku mafê girtiyan ê xatirxwestinê tê astengkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelek caran tê zanîn ku girtî di rojên xwe yên dawî de ne jî mafê wan ê xatirxwestinê tê astengkirin. Ev rewş berhemê hişmendiyeke tolhildanê ye.”      MA / Delal Akyuz