‘Divê tenê ne kurd tecrîdê bînin ziman’ 2021-12-16 09:09:37   MÊRSÎN - Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê Hakî Demîr derbarê tecrîdê de got: “Vê tecrîda bêhiqûqî tenê bi gotina kurdan çareser nabe. Divê ji bilî hemû komên mûxalîf ên li Tirkiyeyê, muhafazakar û heta aliyên neteweperest jî li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin.”    Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Hakî Demîr, tecrîda li ser hemû girtîgehan bi taybet li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê tê ragirtin nirxand. Demîr destnîşan kir ku dewlet li Girtîgeha Îmraliyê bi taybetî di asteke ku li derveyî hiqûqa xwe ya navxweyî ye bêhiqûqiyê dike û got: "Tecrîda ku li ser birêz Abdullah Ocalan tê meşandin bi tu pîvanan nayê ravekirin. Tu nikarî rê li kesekî bigirî ku bi malbata xwe re an jî bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk neyine. Ji ber vê yekê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bi awayekî hiqûqa dijminî tê kirin.”    ‘CPT TIŞTA PÊWÎST NAKE’    Demîr diyar kir ku Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) jî çavdêriyên li ser Girtîgeha Îmraliyê kirine û got: "Dibe ku CPT vê yekê bigihîne mekanîzmayên navneteweyî, lê têkildarî tecrîdê biryarên ku CPT divê bigire û pêk bîne hene. Lê mixabin ew vê yekê nake.”    ‘TECRÎD LI SER TEVAHIYA CIVAKÊ YE’    Demîr destnîaşn kir ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê tevahiya Tirkiyeyê dîl girtiye û got: “Tecrîd ne tenê li girtîgehan, li ser beşên cuda yên civakê jî tê meşandin. Em dikarin vê yekê pir berfirehtir şîrove bikin. Bi kurtasî hiqûqa taybet a li Îmraliyê li ser tevahiya civaka Tirkiyeyê belav bûye. Bi giranî li ser kurdan û muxalîfan tê sepandin. Hêvîdar im hemû kesên alîgirê ked, aştî û aramiyê yên li Tirkiyeyê ne, werin cem hev û Tirkiyeyê tê xwestin bikeve bin zextan rizgar bike.”    ‘DIVÊ TENÊ NE KURD BÎNIN ZIMAN’    Demîr da zanîn ku têrê nake ku tenê kur dli dijî bêhiqûqiya tecrîdê dengê xwe derbixin û divê aliyên kevneperest û heta neteweperest û hemû komên mûxalîf li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin. Demîr axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Eger netewperest bi rastî welatparêz bin, li gorî min divê ji bo rakirina vê tecrîdê ya ku ronîkirina pirsgirêka kurd e, têbikoşin. Ji bo ku li paşeroja welatê xwe bifikirin, ji bo pêşeroja welatê xwe rizgar bikin divê vê bikin. Divê welatparêzekî bi rastî jidil li dijî tecrîdê derkeve."    MA / Cemîl Ugur - Selman Guzelyuz