‘Divê tavilê Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike’ 2021-12-16 09:08:55   WAN - ÎHD, OHD û TUHAY-DER'ê diyar kirin ku nayê qebûlkirin ji ber çalakiya 5 sal berê cezayê dîsîplînê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê birîn û xwestin demildest Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ya Bûrsayê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. 9 meh in agahî ji Ocalan nayê wergirtin. Herî dawî Dadgeha Cezayê Înfazê ya Bûrsayê di 22’ê mijdarê de hevdîtina parêzeran û malbatê li Ocalan qedexe kir.    Hewldanên saziyên sivîl û parêzeran ên ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê dewam dikin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê, parêzer Mehmet Karataş, Hevseroka Şaxa Komeleya Alîkariya Malbatên Girtî û Mehkûman (TUHAY-DER) Kudret Temel û Rêveberê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Şaxa Wanê Savaş Avci xwestin ku demildest Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike.    SEDEMA BINGEHÎN TECRÎD E    Serokê Şaxa ÎHD'ê Mehmet Karataş diyar kir ku tecrîd ne tenê li Îmraliyê li hemû girtîgehan tê meşandin tecrîd polîtîkaya li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Karataş bi bîr xist ku maf û azadiyên bingehîn tên astengkirin û girtî ji ber vê yekê di greva birçîbûnê de ne û destnîşan kir ku daxwazên girtiyan pêk nehatine. Karataş anî ziman ku sedema sereke ya zêdebûna pirsgirêkên kronîk ên li girtîgehan tecrîd e.    ‘GEL TECRÎDÊ QEBÛL NAKE’    Hevseroka Şaxa TUHAY-DER'ê Kudret Temel diyar kir ku tecrîd roj bi roj girantir dibe û pêkanînên weke sirgûn û îşkenceyê li hemû girtîgehan zêde dibin û got: “Garîbe Gezer întîxar nekiriye, bi îşkenceyê hatiye qetilkirin.” Temel anî ziman ku eger tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe wê ev yek li girtîgehên din jî pêk were û got: “Îro gelek girtî tên sirgûnkirin, ev bi serê xwe tecrîdek e. Ne gel û ne jî girtî tecrîda li ser Ocalan qebûl nakin. Ji bo vê jî divê ev tecrîda girankirî ya li ser Ocalan bi dawî bibe.”    ‘POLTÎKAYEK TAYBET HEYE’    Rêveberê Şaxa ÖHD'ê ya Wanê Savaş Avci jî diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê dema ku li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî yên neteweyî û navneteweyî bên nirxandin, tecrîd bi pêkanînên cuda dewam dike û tecrîda girankirî ya li Girtîgeha Îmraliyê ku Ocalan lê tê ragirtin berdewam dike. Avci diyar kir ku Wezareta Dadê tenê 2 salan carekê li dijî tecrîda li Îmraliyê dengê xwe derdixe û wiha got: “Di serlêdanên parêzeran de Serdozgeriya Komarê bi hincetên cuda hevdîtinê asteng dike. Ev hincet hincetên sexte ne. Bi salan e hem parêzer û hem jî ferdên malbatê bi hincetên derqanûnî tên astengkirin. Tê gotin ku Ocalan ji ber çalakiya ku 5 sal berê kiriye cezayê dîsîplînê girtiye. Ev qet nayê qebûlkirin. Dema em li pêkanînên Qanûna Înfazê dinêrin, diyar dibe ku ji bo Girtîgeha Îmraliyê polîtîkayek taybet heye. Li ser jiyana Ocalan di nava malbat û civaka hiqûqî de fikar heye. Hewce ye ku ev fikar tavilê ji holê were rakirin û hevdîtin pêk were.”