Di rapora otopsiya pêşîn a Suyur de 'mirina biguman' hat nivîsandin 2021-12-15 21:12:52 ÎZMÎR - Hat zanîn ku girtiyê nexweş Abdulrezak Suyur ê duh li Girtîgeha Şakranê jiyanê xwe dest da, deh roj in li venêrîna awarte hatiye ragirtin û di otopsiya pêşîn de mirina wî wek biguman hatiye nivîsandin.  Derket holê ku girtiyê nexweş Abdulrezak Suyur ê li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê jiyana xwe ji dest da, deh roj berê tevî ku rakirine nexweşxaneyê jî lê agahî nedane malbata wî. Malbat her çiqas telefonî girtÎgehê kiribe jî lê agahî nedane wan. Duh malbat çû girtîgehê û ewilî agahî nedan malbatê ku Suyur rakirine nexweşxaneyê. Piştî vê hevdîtinê saetek şûn ve agahiya ku Suyur li nexweşxaneya Dewletê ya Yeşyûrtê jiyana xwe ji dest daye dan malbatê.    MIRINA BIGUMAN    Karûbarên otopsiya Suyur tevahiya rojê li Saziya Tiba Edlî ya Byrakliyê berdewam kir. Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) parêzer Halîl Coşkun got wî tevahiya rojê karûbarên otopsiyê şopandiye. Coşkun da zanîn ku Suyur bi nexweşîna penceşêrê ya lef ku pileya wê 1'emîn e ketiye û deh roj berê wî rakirine nexweşxaneyê. Coşkun destnîşan kir ku di rapora otopsiya pêşîn a Suyur de mirina biguman hatiye nivîsandin û dîroka wê jî roja 14'ê kanûnê saet 14.30'an hatiye nîşandan. Coşkun got wê sedema mirina Suyur di rapora otopsiya bihûrgulî de were hînbûn.    'ÎHMAL HEYE'   Coşkun destnîşan kir ku di mirina Suyur de guman heye û ev ne mirinek ji rêzê ye. Coşkun xwest girtiyên nexweş hemû demildest werin berdan.