Fîncanci: Divê li dijî binpêkirinên mafan em bi hev re têbikoşin 2021-12-15 17:07:33   RIHA - Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci ku di panela bi navê “Mafên Mirovan û bêcezatî” de axivî, wiha got: “Li dijî binpêkirinên mafan em mecburin ku bi hev re têbikoşin.”   Navenda Mafên Mirovan a Parêzer Kazim Ekîncî ya Baroya Rihayê di çarçoveya çalakiyên 10 û 17’ê Mijdarê Hefteya Mafên Mirovan de panela bi navê “Li Tirkiyeyê têkoşîna mafên mirovan û bêcezatî” li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî li dar xist. Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci û rojnamevan Alî Topûz weke axivîner beşdarî panelê bûn. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, kedkarên tenduristiyê û gelek welatî beşdarî panele bûn. Moderatoriya panele parêzer Nazîme Ferda Gulluoglû kir.    ‘EM Ê EDALETÊ BI HEV RE PÊK BÎNIN’   Fîncanci bal kişand ser têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê û wiha got: “Em ê bi hev re edaletê pêk bînin. Em weke bijîjk her tim ezabê dikişînin. Rojên reş ên bi qedexeyên derketina derve yên sala 2015’an dest pê kirin ezab mezin kir. Mirovan erzak nedît, mecbûr man cenazeyê zarokên xwe di dolaban de veşêrin. Min bi dîtina lama zarokekî ya di jêrzemînekê de ezab kişand.”   DIVÊ EM BI HEV RE TÊBIKOŞIN   Fîncanci diyar kir ku TÎHV ji bo başkirina îşkenceyan û kêmkirina êşên wan saziyeke girîng e û wiha axivî: “Ji dema avabûnê û vir ve em gihaştine hejmara herî bilind a serlêdanan. Tenê li 6 bajaran nûnertiyên me hene. Tevî ku di salekê de 915 kesan serî li me dan jî, hejmara mirovên xwe digihînin me jî bi sînor e. Ji 3’yan yek kesê ji ber îşkenceya di sala 2021’an de dît serî li saziyê dane. Dema em li ÎHD’ê dinêrin ev serlêdan zêdetir in. Ji ber îşkenceyê destpêkirina kirariyekê pir zehmet e. Serlêdan venaguherin dozan. Ji bo ku daraz nebe amûr divê em bi hev re têbikoşin. Ji bo ku komkujî weke ‘kiryarên nediyar nemînin’ , îşkence bi dawî bibin, edalet pêk were, li girtîgehan binpêkirinên mafan pêk neyên, divê em bi hev re têbikoşin. Têkoşîna mafên mirovan têkoşîn rûmeta mirovan e.”   Topûz jî dazanîn ku li Tirkiyeyê mekanizmaya bêcezatiyê weke polîtîkayekê lê hatiye.   Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.