Wê cenazeyê girtî Şûyûr bişînin Sêrtê 2021-12-15 17:06:34   ÎZMÎR - Hat diyarkirin ku wê cenazeyê girtiyê nexweş Abdulrezzak Şûyûr sibê bişînin bajarê wî Sêrtê.    Cenazeyê girtiyê nexweş Abdulrezzak Şûyûr ku duh li Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa T a Şakranê jiyanxwe ji dest dabû, ji bo ku sibê bişînin bajarê wî Sêrtê şandin morga Balefirgeha Adnan Menderes a Îzmîrê. Wê cenazeyê Şûyûr sibê saet di 12.30'an de bi balefira kargoyê bişînin Balefiregeha Êlihê. Ji vir jî wê cenazeyê biçe Sêrtê û li Goristana Şêx Mûsa ya navenda Sêrtê bê veşartin.    Malbata Şûyûr beriya 15 rojan pê re têkilî danîbû û pê re axivîbû. Di vê axaftinê de Şûyûr ji malbata xwe re ragihandibû rewşa wî baş e û heke bê tedawîkirina wê nexweşiya xwe ya pençeşêrê derbas bike.