Xwişka Halîl Guneş: Bi birînin kêm di hucreyê de girtin 2021-12-15 16:52:10   AMED - Xwişka girtiyê nexweş Halîl Guneş ku jiyana xwe ji dest da Gul Guneş, diyar kir ku girtîgehê ji wan re gotiye ku ji nîv saetê carekê kekê wê dinêrin û wiha got: "Lê em dibînin ku derewm bûye. 5 rojan bi birînên kêm di hucreyê de hatiye girtin."   Girtiyê nexweş Halîl Guneş ku rexmî nexweşiyên xwe yên giran jî nedihat berdan, îro di saetên serê sibehê de li Girtîgeha Hejmara 2 a Ewlehiya Bilind a Amedê di hcureya yekkesî ku lê dihat girtin de mirî hat dîtin. Hat hînbûn ku cenazeyê Guneş ku rakirina Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê wê li Edenê bê veşartin.    BIRÎNÊ BIKÊM   Xwişka Guneş Gul Guneş, diyar kir ku xebera mirina kekê xwe saet di 11.00'an de bi agahdarkirina girtîgehê hîn kirine û wiha got: "Beriya rojekê em li girtîgehê geriyan û ji me re gotinm rewşa wî baş e. Jibo birîna li laşê wî ew rakiribûn nexweşxaneyê û piştre li hucreya yekkesî bi cih kirine. Li laşê wî gelek birînên bikêm çêbûbûn. Ji bo pansûmankirina birînên xwe diçe nexweşxaneyê. Ji ber ku çûye nexweşxaneyê kirine qarantînayê. Rêveberiya girtîgehê li me geriya û got ku neyên hevdîtina vekirî. Rêveberiya girtîgehê digot, ji nîv saetê carekê lê dinêrin. Lê em dibînin ku derewm bûye."