Dermanê girtiyê nexweş Halîl Guneş nedanê 2021-12-15 15:17:58 AMED - Hat hînbûn Halîl Guneş ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Amedê di hucreyê lê dihat girtin de mirî hatibû dîtin demeke dirêj dermanê wî nedanê.    Girtiyê nexweş Halîl Guneş ku di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) cih digirt û nedihat berdan, îro di saetên serê sibehê de li Girtîgeha Hejmara 2 a Ewlehiya Bilind a Amedê di hucreya yekkesî de dihat girtin mirî hat dîtin. Cenazeyê Guneş rakirina Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê. Malbata Guneş, ji bo girtina cenazeyê Guneş ji Edenê ber bi Amedê bi rê ket.    MALBAT LI BER ATK'Ê NE   Rêveberên TUHAY DER, MED TUHAD-FED, Hevserokê Şaxa OHD'ê ya Amedê Bunyamîn Şeker û hin nûnerên rêxistinên sivîl hatin ber derê ATK'a ku cenazeyê Guneş rakirinê. Malbatên ku 30 roj in ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayê berdan li Baroya Amedê Nobeta Edaletê digirin jî hatin ber derê ATK'ê.     DERMANÊN WÎ NEDANÊ   Hat hînbûn ku wê malbata Guneş biryar bide kurê wan li kuder bê veşartin. Ji rêveberên TUHAY-DER'ê Parêzer Aslihan Bûlût ku li ser agahîgirtinê çû girtîgehê, diyar kir ku beriya çend rojan ji bo mieynê Guneş rakirine nexweşxaneyê û ji bo ku hevdîtina vekirî ya hevalên xwe yên qawişê asteng neke dema vegerê xwestiye biçe qawişa yekkesî. Bûlût, da zanîn ku 5 roj bûne Guneş li qawişa yekkesî bûye û di hejmartina serê sibehê de mirî hatiye dîtin. Bûlût, got ku hîn kirine demeke dirêj e dermanê Guneş nedanê û ji ber vê gelek caran ji rêveberiya girtîgehê re name nivîsandiye û daxwaza dermanên xwe kiriye lê rexmî vê jî daxwaza wî nehatiye bersivandin.    GUNEŞ KÎ YE?   Guneş, di 2'ê çileya 1993'an de di 23 saliya xwe de hatiye girtin û ji ber cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn 29 sal e girtî ye. Demeke dirêj e Guneş bi nexweşiya pençeşêrê ya hestî û pişikê ketiye û ji roja ku hatiye girtin ve 15 girtîgehan guhertiye. Derketibû holê di encama îşkenceyên lê hatine kirin nexweşî lê peyda bûne. Ji ber şertên girtîgehê nexweşiyên wî lê giran bûne.