Dozger xwest xebatkarê çapemeniya HDP’ê were cezakirin 2021-12-15 13:58:13   AMED - Dozger xwest xebatkarê çapemeniyê yê HDP’ê Vedat Dag ji du îdiayên cuda bê cezakirin.    Xebatkarê Çapemeniya HDP’a Amedê Vedat Dag bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê” tê darizandin. Danişîna 10’emîn a doza Dag li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Dag beşdarî danişînê nebû û parêzera wî Gulan Çagin Kalelî di danişînê de amade bû.    Dozger di danişînê de axivî û îdia kir ku Vedat Dag li ser navê “Komîteiya Weşan û Çapemeniyêya KCK’ê” xebatan kiriye û beşdarî çalakiyên li kuçeyan bûye. Dozger xwest Vedat Dag ji îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “ji rêxistinên sûc ên tirsê çêdikin hêz girtiye û tehdît kiriye” were cezakirin.    Parêzer Gulan Çagin Kalelî diyar kir ku ew derbarê esasê de tevlî mutalayê nabe û ji bo parastinan amade bike dem xwest.    Şandeya dadgehê daxwaza parêzer a demê qebûl kir û danişînê taloqî 16’ê adara 2022’yan kir.