Ji girtiyan re gotin ‘parêzerên we hatine’ lê wan birin darizandinê! 2021-12-15 13:34:14   ENQERE - Li Girtîgeha Ereglî ya Konyayê 8 girtî di 27’ê cotmehê de ji aliyê endamên îstîhbarata cendirmeyan û polîsên girêdayî Şaxa TEM’êve hatin darizandin.    Omer Sîpek, Îmam Buzî, Hasan Muhammed Îbîş, Faîl Budak, Dilxwa Kiliçoglu, Îbrahîm Sutçu, Omer Hayat û Cudar Îcuz ên li Girtîgeha Ereglî ya Konyayê ya Tîpa T dimînin di 27’ê cotmehê de hat xwestin di bin navê “parêzerê we hatiye” de bên darizandin. Ji girtiyan Omer Sîpek name şandiye û tiştên hatine serê wan vegotiye. Li ser vê nameyê Parlamenterê HDP’ê yê Edeneyê Ridvan Turan serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclîsê da.    BIRYARA BINÇAVKIRINÊ!    Sîpek di nameya xwe de dibêje ku endamên îstîhbarata Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr û polîsên girêday Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Bajêr wan darizandine. Sîpek di nameyê de diyar kir ku van kesan biryara binçavkirinê ji wan re derxistiye û gefan li wan xwarine.    ‘KURDISTAN LI KU YE?’   Sîpek di nameyê de dide zanîn ku kesên wan darizandine pirsên wek “Tu di derbarê vê rêxistinê de çi difikirî?”, “Ala di vî wêneyî de ji bo te tê çi wateyê?”, “Kurdistan ku derê ye?”, “Tu yê carek din bikevî greva birçîbûnê” û “Tu poşman î?” ji wan kirine.    Parlamenter Ridvan Turan jî di serlêdana bo Komîsyonê de xeterya li ser girtiyan aniye ziman û dixwaze ew kes kî ne û ji aliyê kî ve hatine şandin were zelalkirin. Turan di serlêdanê de destnîşan dike ku darizandina hatiye kirin li dijî hiqûqê û yasayan e û divê tiştên hatine serê van girtiyan were lêkolînkirin.