YE'yê muzakereyên endamtiyê yên bi Tirkiyeyê re cemidand 2021-12-15 13:26:53   ENQERE - YE, biryar da ku muzakereyên endamtiya tam ên bi Tirkiyeyê re ku bi peş ve naçin weke cemidandî bimînin.    Di Civîna Bilind a Lîderan a dawiya salê ya Yekitiya Ewropayê (YE) de biryar hat dayîn ku muzakereyên endamtiya tam ên bi Tirkiyeyê re ku bi peş ve naçin weke cemidandî bimînin. Di biryara ku li Konseya Karên Giştî ya YE'yê  hat girtin de hat diyarkirin ku Konseya YE'yê dibîne ku her diçe Tirkiye bêtir ji YE'yê dûr dikeve.   Hevdîtinên emdamtiyê yên di navbera YE'yê û Tirkiyeyê de di sala 2005'an de dest pê kiribûn û di salên dawîn de ji ber qrîzên dîplomatîk û siyasî hatine asta rawestandinê.