Beriya biryara FED’ê dolar û euro rekor şikandin 2021-12-15 12:03:29   ENQERE - Beriya ku biryarên faîzê yên FED’ê werin aşkera kirin, dolar bi 14,6 lîre, Euro jî bi 16,5 lîre rekor şikandin.    Desteya Polîtîkaya Pereyan (PPK) a Bankaya Navendî (MB), ji bo biryara faîzê ya dawî ya salê li hev civiya. Deste wê biryara xwe ya li ser faîza polîtîkayê ya ji sedî 15’an sibe aşkere bike. Tevî 4 mudaxaleyên MB’yê jî ji ber bendewariya biryara daxistina faîzê bilindbûna kûra dowîzê didome.    Dolar ku li bazara serbest a Stenbolê bi 14.39 lîreyî vebû, danê sibehê bi 14,55 lîreyî dest bi bazirganiyê kir.    BIHAYÊN ZÊR HER KU DIÇE ZÊDE DIBIN   Tevî kêmbûna buhayê zêr ji bo her onsekê li bazarên navneteweyî, li Tirkiyeyê bilindbûna buhayê zêr dewam dike. Grama zêr ji 831 lîreyî û çaryeka zêr bi hezar û 357’an tê firotin.