Li Şirnexê 6 kes hatin berdan 2021-12-14 18:07:04   ŞIRNEX - Ji 27 kesên ku li Şirnexê hatibûn binçavkirin 6 jê piştî kirariyên îfadeyan hatin berdan.    Piştî hedefnîşandina Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ya di 8'ê kanûnê de polisan di 11'ê kanûnê de hem bi ser avahiya HDP'ê ya Cizîrê û hem jî bi ser gelek malan de girtin. Di van serdegirtinan de ji 27 kesan Emîn Kalkan û Abdûllah Kaçmaz beriya niha hatibûn girtin.    Piştî kirariyên îfadeyan ên li Miduriyeta Polîsan a Şirnexê ji 25 kesan 6 jê îro sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozger Ridvan Turel, Botan Em, Asya Arslan, Diyar Olmez, Farûk Ogen û Abdûlah Îgdî bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê kirin. Dadgehê bi heman hêcetê 6 kes berdan.    Dema binçavkirina 19 kesên di binçavan de hat dirêjkirin û hat hîn bûn ku biryara “nepenîtiyê” ku li ser dosyayê ye berdewam dike.    Hat diyarkirin ku di bin çavan de pirsên ‘Tahîr Guven ê birayê cerdevanê berê û serokê berê yê AKP’ê we kuştiye?’ û ‘Kê ew kuşt?’ hatine pirsîn.    Navên kesên niha di bin çavan de li Miduriyeta Polîsan a Şirnexê tên ragirtin wiha ne: Serhat Kuçuk, Naîm Înedî, Mele Kasim Yîgît, Azîz Ûygûr, Alî Tûnç, Serhat Çatûk, Mîkaîl Bayik, Gabar Vesek, Ûmût Hakkûlû, Nadîr Onûk, Tûncay Înal, Delîl Urek, Ercan Yîgît, Dervîş Abay, Mazlûm Şevîşoglû, Gokhan Erkûl, Agît Malgaz, M. Mîraç Dînç û Summeye Gok.”