Girtiyê sewqî Edenê hatiye kirin 22 roj in di qarantînayê de ye 2021-12-14 14:36:25   EDENE - Girtî Naîm Turkoz ku ji Wanê sewqî Edenê hatiye kirin, 22 roj in di qawişa qarantînayê de tê girtin. Parêzera Turkoz Mehtap Işik, pêkanîna li dijî muwekîlê xwe weke pêkanîneke "kêfî" nirxand û diyar kir ku bersiva serlêdana xwe ya ku li dijî vê rewşê kiriye jî negirtiye.    Girtî Naîm Turkoz, di 22'ê mijdarê de ji Girtîgeha Tîpa F a Wanê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ya Edenê hatiye kirin. Di têketina girtîgehê de lêgerîna tazî li Turkoz hatibû ferzkirin û ji 23'ê mijdarê ve di qawiş qarantînayê de tê girtin. Parêzera Turkoz Mehtap Işik, diyar kir ku li dijî ferzkirina lêgerîna tazî serî li Serdozgeriya Komarê ya Edenê daye, lê hê jî bersiva vê serlêdana xwe negirtiye. Parêzer Işik, da zanîn ku ji ber muwekîlê wî di qawişa qarantînayê de tê girtin kinc û pirtûkan nadinê û bi awayekî kêfî 22 roj in wî di qarantînayê de digirin.