Ferît Şenyaşar: Dozgerê ku dibêje ‘kiryar nediyar’ sûc dike 2021-12-14 12:21:34   RIHA - Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome. Ferît Şenyaşar bertek nîşanî diyarkirina “kiryar nediyar” a di girteka teşhîsê de da û got: “Qetliyam li ber çavê her kesî hat kirin. Hêj radibin û dibêjin kiryar nediyar. Dozger sûc dike.”    Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 281’emîn de li ber Edliyeya Rihayê didome. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên tenduristiyê îro beşdarî çalakiyê nebû.    Ferît Şenyaşar ku bi tenê li cihê çalakiya xwe ya her roj nobedê girt da zanîn ku ew di bin zilmê de çalakiya xwe didomînin û ji ber pirsgirêkên tenduristiyê îro dayika wî Emîne nikaribûye were nobedê, lê wê sibê beşdarî nobedê bibe.    BERTEK NÎŞANÎ DIYARKIRINA ‘KIRYAR NEDIYAR’ DA    Şenyaşar bertek nîşanî diyarkirina “kiryar nediyar” a girteka teşhîsê da û got: “Dayika min a li ber nexweşxaneyê şahidê komkujiyê bû bi wêneyan teşhîs kir. Dema ku me bi dozgerê 7'an ê dosyeyê re hevdîtin kir got, ‘Me 23 kesên ku li nexweşxaneyê komkujî pêk anîn teşhîs kirine’. Pişt re hate veguhestin. 8'emîn dozgerê ku hat jî daxwazên me yên hiqûqî red kir. Dozgerê 9'emîn ku li dosyayê mêze kir, diyar kir ku cînayeta li nexweşxaneyê ‘kiryar nediyar’e. Me di salên 90'î de gotin ‘kiryar nediyar’ pir bihîstibû û me li wan salan hişt. Tevî her ku her tişt zelal e jî lê kujeran dernaxin holê. Dozger sûc dike.”    ‘EM JI KÎJAN DOZGERÎ BAWER BIKIN’    Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal jî Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul etîket kir û vê peyamê parve kir: “Em ji bo Tirkiyeyek adil û bi bandor li ber xwe didin. Dozgerê 7’an ê dosyeyê got ‘min 23 kujerên li ber nexweşxaneyê ku komkujî pêk anîne tespît kir’. Pişt re tayîna wî derxistin. Dozgerê 9’an ê dosyeyê jî bi çavê ‘kiryar nediyar’ li dozê dinêre. Em ji kîjan dozgerî bawer bikin?”