115 roj in paneberên kurd di destê OSO’yê de dîl tên girtin 2021-12-14 11:55:49   WAN - Malbatên 9 penaberên kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê 115 roj in di destê OSO’yê de dîl tên girtin destnîşan kirin ku tu welat alîkariya wan nake û yekane berpirsiyar Tirkiye ye.    Neh penaberên kurd ên ji bajarê Pave yê bi ser eyaleta Kirmanşaha Rojhilatê Kurdistanê bi rêyên yasayî hatibûn Tirkiyê û di 22’ê tebaxê de li Stenbolê hatibûn binçavkirin. Ev penaber pişt re radestî Artêşa Azad a Sûriyê (OSO) hatibûnkirin. Penaberên kurd 116 roj in di destê OSO’yê de dîl tên girtin. Mobin Veledbeygi, Mesud Hayderî, Bahman Shadruvan, Siyaveş Paksereşt, Afşar Rustemî, Bahmen Şadravan, Hidayet Ruxzadî, Said Ahmedî û Fardin Dervişpur ku li navçeya Beykoza Stenbolê hatibûn binçavkirin û ewilî wan birine Dîlokê û ji vir jî derbasî bajarê Ezazê yê Sûriyê kirine û radestî OSO’yê hatine kirin.    JI MALBATAN FÎDYE XWESTIN E    Malbatên penaberan ji bo aqûbeta ferdên xwe hîn bibin gelek caran serlêdanan kirin lê belê ne ne Îranê û ne jî Sûriyê tevî van serlêdanan jî tu bersivên erênî nedan. Malbatan herî dawî 56 roj berê bi xizmên xew re deqîqeyek bi rêya telefonê hevdîtin kiribûn. Malbatên hevdîtin kirin diyar kiribûn ku xizmên wan bi zextên giran û îşkenceya derûnî re rûbirû dimînin. Heta niha kes an jî hin kesên nasnameya wan nediyar li malbatan geriyane û beramberî berdana penaberan ji malbatan fîdye xwestine. Malbat ji bo aqûbeta xizmên xwe ku gelek hewldanên wan bêencam mane dê sibê li ber Balyozxaneya Tirkiyê ya li Tehranê çalakî li dar bixin.    HEVDÎTIN DEQÎQEYEK PÊK HATIYE    Xwişka Afşar Rustemî û di heman demê de berdevka malbatan Raşîn Rustemî diyar kir ku  tevî ewqas dem di ser de derbas bûye jî 9 penaberên kurd girtî ne û xwest li tavilê penaber werin berdan. Rustemî anî ziman ku herî dawî ew 56 roj berê bi birayêxwe re deqîqeyek axivî ye û birayê wê gotiye ew îşkenceyek û rewşek wan ber bi mirinê ve dibe rûbirû ne. Rustemî da zanîn ku gelek kes li wan geriyane û soza wê penaber werin berdan dane wan jî lê belê tevî ewqas wext derbas bû jî ew tu agahî ji xizmên xwe nagirin.    10 HEZAR DOLAR FÎDYE XWESTINE    Rustemî destnîşan kir ku ji ber penaber kurd in Tirkiye, Sûriye û Îran di vê mijarê de tu gavî navêjin û got: “Divê ev dewlet bersiva me bidin û divê rewşa xizmên me ji me re bêjin. Ev di heman demê de binpêkirina mafê mirovan e. Heke em ne kurdbûna wê ew 9 penaber li wir nehatana girtin, wê li tavilê wan berdana. Çete gelek caran li me geriyan û pere ji me xwestin. Hin kesên li me geriyan 10 hezar dolar ji me xwestin. Em nizanin ev kes kî ne. Lê em dizanin çeteyên li wir in û kesên têkiliya wan bi OSO’yê heye ne.”    ‘HEKE ESAD GIRTIYÊN ME BERDE, EM Ê JÎ YÊN WE BERDIN’    Rustemî diyar kir ku kesên li wan digerin dibêjin ku wê OSO girtiyan bi beramberî berde û ji bilî vê vebijêrkê tu riyek wan nîne û got: “Navbeynkarek li me geriya. Got OSO dibêje ‘Bila Îran bibe navbeynkar, heke Beşar Esad girtiyên me berde, em ê jî girtiyên we berdin’. Tirkiye di vê mijarê de berpirsiyarê yekemîn e û divê vê meseleyê çareser bike. Ev însan hemû bi pasaportê çûne Tirkiye û hemwelatiyên Îranê ne. Hemin Tirkiye wan digire çima wan nexist girtîgehên li welatê xwe lê wan radestî OSO’yê kiriye. Bila girtiyên me serbest berdin. Malbat perîşan in û li benda xeberek xêrê ne. Divê hemû komeleyên mafê mirovan, siyasetmedar û însanên naskirî yên li Tirkiyê piştevaniya malbatan bikin.”    LI GIRTÎGEHA LEŞKERÎ TÊN RAGIRTIN    Kekê Siyaveş Paksereşt, Bistun Paksereşt jî destnîşan kir ku xizmên wan li girtîgehek leşkerî ya li ser sînorê Tirkiyê ye tên ragirtin. Paksereşt anî ziman ku ew ê sibê li Tehranê çalakî li dar bixin û got: “Heke Îran pirsgirêka me çareser neke, em ê biçin Tirkiyê. Zarokên me tu xeletiyê nekirine. Heke xeletiyek kiribin jî çima ne li Tirkiyê lê li Sûriyê ku navenda şer e tên ragirtin. Însan li hember vê yekê çima deng dernaxin. Mafê mirovan tê binpêkirin lê kes dengê xwe dernaxe. Em ji sazî û dezgehên Tirkiyê dixwazin piştevaniya me bikin. Bila zarokên me bigihînin malbatên wan. Em ji her kesî piştevanî û hewldanê dixwazin.”    MA / Adnan Bîlen