‘Şahidê veşarî’ yê di doza Garîbe Gezer de 5 sal in winda ye! 2021-12-14 10:03:46   MÊRDÎN - Di dosyeya cezayê muebeta girankirî ku li Garîbe Gezer hatiye birîn, şahidê veşarî yê bi nasnavê “Burhan” 5 sal in xuya nabe û winda ye.    Garîbe Gezer a li Girtîgeha Kandiraya Kocaeliyê di huvreya yek kesî de dihat ragirtin, piştî îşkenceya sîstematîk û tundiya zayendî lê hat kirin, bi awayek guman jiyana xwe ji dest da. Garîbe Gezer li gel Hevşaredara Kerboranê Zeynep Sîpçîk a wê demê û 6 kesên din bi hev re hatin darizandin. Ji vê dozê cezayê muebetêy ê girankirî li Gezer hatibû birîn. Gezer di serdema hat girtin de rêvebera Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bû. Doza wê li Dadgeha Cezayê Giran a Midyadê dihat dîtin. Piştî demekê doza wê bi îdiaya “ewlehiyê” veguhestin 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê. Li vir di encama darizandinê de li Gezer cezayê muebetê yê girankirî û 22 sal cezayê hepsê hatibû birîn. Di heman dosyeyê de li du kesên din jî heman ceza hatibû birîn. Di heman dosyeyê de 13 sal û 6 meh cezayê hepsê jî li Zeynep Sîpçîk hatibû birîn.    Dadgeha Îstînafê ya Erziromê cezayê derbarê Sîpçîk de xera kir û cezayê li Gezer û du kesên din hatibû birîn jî “guncav” dît.    ‘ŞAHIDÊ VEŞARÎ’ LI SER GARÎEYÊ GOTIYE    Dosye ango îdianameya Gezer jê ceza girtiye bi beyanên “şahidê veşarî” yê bi nasnavê “Burhan” pêk tê. Ev kesê ku şahidiya veşarî kiriye îdia kiriye ku Gezer “ji jinên ku ji kadroya çiya hatine re refaketê dike.” Berevajî beyanên şahidê nepen, şahidên navê wan eşkere jî dibêjin ku tu eleqeya Gezer bi bûyeran re nebûye û ew rêvebera DBP’ê bûye û di serdema bûyerên Kobanê de kekê xwe Bîlal Gezer winda kiriye.    ‘ŞAHIDÊ VEŞARÎ’ WINDA YE!   Lê belê dadgehê xwe spart beyanên şahidê veşarî “Burhan” û ceza li Gezer birî. Ji roja beyanên vî şahidê veşarî “Burhan” li dosyeyê hatiye bicihkirin, li holê nîne û xuya nabe, winda ye. Carek be jî ev şahidê veşarî li hember dadger nehate guhdarkirin. Tevî vêy ekê jî beyanên şahidê veşarî bingeha dosyeyê pêk tîne.    MA / Ahmet Kanbal