1003 kesan kampanya îmzeyê dan destpêkirin 2021-12-14 10:00:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên li seranserê dinyayê navdar jî di nav de 1003 kesan ji bo ku PKK ji "lîsteya rêxistinên terorê" bê derxistin kamapanya îmzeyan dan destpêkirin.    Ji bo Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)  lîsteyên 'rêxistinên terorê' yên Amerîka û Konseya Ewropayê bê derxistin, bi pêşengiya Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî di 13'ê kanûnê de kampanyayek hate destpêkirin. Kampanya wê li qada navneteweyî bê meşandin. Li gorî nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) derbas kiriye, wê ji 30 welatî zêdeyî hezar kesayetên naskirî mohra xwe danîne binê kampanyayê û serkêşiyê jê re dikin. Di nav van kesan de gelek parlamenter, akademîsyen, sînemavan, lîderên siyasî, nivîskar û aktîvîst jî hene.   HER KES DIKARE TEVLÎ BIBE   Her kes dikare tevlî kampanyayê bibe. Kampanya li ser malpera înternetê (https://justiceforkurds.info) bi gelek zimanî hate destpêkirin. Kampanya wê li Ewropa, Amerîka, Kanada û Awûstralyayê bê meşandin. Armanc komkirina 4 milyon îmzeyan e. Îmzeyên bên komkirin wê pêşkêşî Konseya Ewropayê û saziyên pêwendîdar ên li Amerîkayê bêne kirin. Her wiha ev îmze wê ji bo parlamenteran jî bibin referans û bi vî rengî mijar bikeve rojeva parlamentên neteweyî yan jî federal.