Li Esenyûrtê agir bi avahiyekê ket: 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan 2021-12-14 09:59:21   STENBOL - Li navçeya Esenyûrtê agir bi jêrzemîna avahiyekê ket û 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan.    Li taxa uçevler a navçeya Esenyûrtê ya Stenbolê, agir bi jêrzemîna avahiyeke 3 qat ket. Di encama şewata ku derket de zarokên bi navê Besme Hammûd (5), Şahîn Hammûd (9), Ahmet Hammûd (9) û Selva Hammûd (1) jiyana xwe ji dest dan. Hat hînbûn ku dema şewatê 6 kes di hundir de bûne û dayika wan Fatma Hammûd tenê Şakûr Hammûd ê 2 salî xelas kiriye û nikaribûye zarokên din xelas bike. Fatma Hammûd tenê Şakûr Hammûd ku birîndar bûn wan rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Kanûnî Sûltan Suleyman a li navçeya Kuçukçekmeceyê.    Malbata Hammûd ji Sûriyeyê hatiye li Stenbolê bi cih bûye.