'Neberdana Tûglûk li dijî mirovahiyê ye' 2021-12-14 09:11:33   AYDIN - Jinên siyasetmedar balê kişandin ser rewşa tenduristiya Aysel Tûglûk û diyar kirin ku neberdana Tûglûk sûcê li dijî mirovahiyê ye.    Alîkara berê ya Hevserokên Giştî yên HDP'ê Aysel Tûglûk ku li Girtîgeha Tîpa F a Jinan a Kandirayê ya Kocaeliyê tê girtin, pirsgirêkên wê tenduristiyê ku piştî êrişa nijapderest a li dijî cenazeyê dayika wê dest pê kirin, giran dibin. Serlêdana ku ji bo berdana Tûglûk hat kirin, hat redkirin û bangên ku ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve ji bo berdana wê tên kirin jî bêbersiv tên hiştin. Siyasetmedarên jin ên endamên HDP'ê û Partiya Çepgir û Keskan bertek nîşanî neberdana Tûglûk dan.    TÊKOŞÎNA TOPYEKÛN   Endama Lijneya Birêvebirina Navendî ya Partiya Çepgir û Keskan Fatoş Ay, diyar kir ku tiştên bi Tûglûk tên kirin binpêkirina mafê mirovan û wiha got: "Ji ber pirsgirêkên wê yê tenduristiyê divê Tûglûk demildest bê berdan. Siyasetmedar ji ber nêrinên xwe nikarin bên girtin. Girtina dema dirêj a Tûglûk nayê qebûlkirin. Divê bi awayekî lezgîn biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) pêk bên. Mafê me hemûyan e ku em esmanan, keskayî û çar demsalan bibînin. Ji bo berdana girtiyan divê em têkoşîneke topyekûn bidin."   DAXWAZA TALOQKIRINA ÎNFAZÊ   Endama Meclisa Partiyê ya HDP'Ê Ayfer Demîrel jî destnîşan kir ku tişta bi Tûglûk tê kirin meemeleyek li dijî mirovahiyê ye û ev tişt anîn ziman: "Jineke ku windabûna birî dijî divê li girtîgehê nemîne. Ji ber nasnameya xwe siyasî jinek tê cezakirin. Ev rewş li dijî Hiqûqa Gerdûnî ya Mafê Mirovan e. Tûglûk nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne. Lê mixabin desthilata raporên ku bijîjk didin paşguh dike. Dibêje, 'Heke ez bixwazim wê bibe'. Em bi feraseteke ku hiqûqê nas nake re rû bi rû ne. Divê demildest Tûglûk ji girtîgehê derkeve, înfaza wê bê taloqkirin û tedawiya wê bê destpêkirin."   'MEHKÛMÎ MIRINÊ TÊ KIRIN'   Endama Partiya Çepgir û Keskan a Marmarîsê Bijîjk Sevîm Sutçuoglû, bi lêv kir ku rewmî raporên bijîjkan jî neberdana Tûglûk sûcê dijî mirovahiyê û wiha axivî: "Ev sûc bi destê dewletê pêk tê. Li tu devereke dinyayê pêkanîneke wiha nayê qebûlkirin. Aysel Tûglûk ne tenê ji ber nêrinên xwe tê cezakirin, mehkûmî mirinê tê kirin. Ev polîtîka bi awayekî zanebûn tê kirin."   'TÛGLÛK VÎNA GEL'   Rêvebera DHP'ê ya Bajar a Aydinê Neslîhan Avşîn, destnîşan kir ku Tûglûk vîna gel e û daxwaz kir ku demildest bê berdan. Avşîn, piştî vê daxwaza xwe ya ji bo Tûglûk ev tişt got: "Neberdana Tûglûk pêkanîneke bi kêfî ye. Girtî hiştina keseke nexweş pêkanîneke li dijî mirovahiyê ye. Bila ev pêkanîn li dijî mirovahiyê bi dawî bibe. Em daxwaz dikin ku girtiyên nexweş demildest bên berdan. "   MA / Ozlem Yayan