Serdana gorên malbata Dedeogûllari kirin 2021-12-13 16:21:48   ENQERE - Beriya danişîna doza Komkujiya Konyayê ya sibê pêk were, serdana gorên 7 ferdên malbata Dedeogûllari ên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn kirin.   Danişîna ewil a doza derbarê 7 ferdên malbata Dedeogûllari de ku li navçeya Meram a Konyayê ji hêla Mehmet Altûn ve hatibûn qetilkirin, dê sibê li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Konyayê were dîtin. Kesên hatibûn qetilkirin beriya danişînê li ser gorên xwe hatin bibîranîn.    Xizmên malbata Dedeogûllari, parêzerên malbatê û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Konyayê beşdarî bîranînê bûn. Piştî duayen li ser goran hatin xwendin, parêzerê malbata Dedeogûllari Abdûrrahman Karabûlût axivî.    Karabûlût, bi lêv kir ku ji bo edalet were tesîskirin wê di danişîna ewil de bin û wiha got: “Tişta ji destê me were em ê bikin û kî li pişt û pêş komkujiyê hebe em ê hesabê ji hemûyan bipirsin.” Karabûlût, bi bîr xist ku di demê de ji bo malbata Dedeogûllari were parastin serî li rayedaran dan û wiha axivî: “Ne parastin. Canên wan erzan dîtin û wisa tevgeriyan. Lê êdî wê wisa nebe. Biçe ku derê bila biçe em ê hesap pirsînê didomînin.”