Li ber girtîgehê bang kirin: Dawî li tecrîd û îzolasyonê bînin 2021-12-13 15:57:11   AMED - Rêxistinên mafê mirovan li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D balê kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û vê bangê kirin: “Divê dawî li şertên tecrîd û îzolasyonê were.”    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê, Baroya Amedê, Nûnertiya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) ya Amedê û Odeya Bijîşkan a Amedê bi minasebeta Hefteya Mafê Mirovan li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D ji bo girtiyên nexweş daxuyanî dan. Nûnerên van saziyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Rêveberê Baroya Amedê Diyar Çetedîr daxuyanî xwend.    KRÎZA LI WELAT    Çetedîr destnîşan kir ku welat bi tabloyek giran a krîza siyasî, civakî ûaborî rûbirû ye û li hember vê krîza giran parastina mafê mirovan jî rola wan sereke ye.    682 GIRTIYAN JIYANA XWE JI DEST DAYE    Çetedîr anî ziman ku li gorî daneyên Wezareta Dadê ya dîroka 31’ê cotmeha 2021’an 294 hezar û 930 kes girtî ne û got: “Gîrtîgeh bûne navenda binpêkirina mafê mirovan û îşkenceyê. Mafê tenduristiyê yên girtiyan tê binpêkirin. Binpêkirinên giran û cidî hene. Kesek an jî grûbên biçûk bi sepanên îzolasyonê û tecrîdê re rûbirû ne. Hatiye asta pirsgirêkek kronîk. Herî dawî li Girtîgeha Kandirayê girtî Garîbe Gezer bi awayek guman jiyana xwe ji dest daye. Ew bi îşkence û êrişa zayendî re rûbirû mabû. Dema meriv li vê bûyerê dinêre li girtîgehan mafê jiyana girtiyan ne bi ewle ye. Di 10 salên dawî de li girtîgehan 682 girtiyan jiyana xwe ji dest daye.”    GIRTIYÊN NEXWEŞ NAYÊN BERDAN    Çetedîr bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin û ji ber girtî nayên dermankirin terkî mirinê hatine kirin. Çetedîr diyar kir ku 604 girtiyên nexweş ku rewşa wan giran e jî di nav de hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Girtiyên nexweş bi nêzîkatiyên kêfî nayên berdan. Ev yek di rewşa siyasetmedar Aysel Tugluk de jî tê dîtin. Gelek parêzvanên mafê mirovan, siyuasetmedar, parêzer, kesên hilbijartî girtî ne. Hin girtî hatine wê astê êdî nikarin li xwe jî binêrin.”    ‘DAWÎ LI TECRÎDÊ BÎNIN’    Çetedîr pêşniyaz ji bo parastina mafê girtiyan kir û vê bangê kir: “Li girtîgehan cih nemaye. Gelek girtî dijî yasaya înfazê jî di hucreyên yek kesî de tên ragirtin. Sepanên li girtîgehan rê li ber bipêkirina mafê mirovan vedike. Ji ber vê yekê divê dawî li şertên tecrîd û îzolasyonê were anîn. Lazim e şert û mercên girtîgehan li gorî rûmeta mafê mirovan were sererastkirin.”