Endamên Bajar serdana malbata Şenyaşar kirin 2021-12-13 14:15:51   RIHA - Endamên Koma Bajar, rêveberên KESK’ê û endamên Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê serdana malbata Şenyaşar ku 280 roj in li pêş Edliyeya Rihayê nobetê digirin, kirin.    Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya 10’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan a Cîhanê de serdana Emîne û Ferît Şenyaşar ên 280 roj in li pêş Edliyeya Rihayê nobetê digirin, kirin. Malbata ku li qada “Quncê Edaletê yê Malbata Şenyaşar” nobeta xwe didomînin, endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê û parêzerên dosyayê şandeya ku di serokatiya Cîgirê Hevserokên Giştî yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP'ê berpirsyar Umît Dede de serdana wan kir, pêşwazî kirin.    Cîgirê Hevserokên Giştî yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê berpirsyar Umît Dede kul i ser navê şandeyê axivî, derbarê pêvajoya dozê de ji parêzerên malbatê agahî girt û wiha got: “Me wekî HDP serdana malbata Şenyaşar a li Tirkiyeyê bû sembola berxwedanê kir. Em ji destpêka dozê ve dişopînin. Malbat rastî bêhiqûqiyeke mezin hat. AKP bi hiqûqa du alî civakê ji hev diqetîne. Heke hûn alîgirê desthilatê bin cuda ye hûn alîgirê wan nebin cuda ye. Mînaka herî girîng Doza Komkujiyê ya Malbata Şenyaşar e.”   'KES VÊ BIHIQÛQIYÊ QEBÛL NAKE'   Dede, tiştên diqewimin weke “polîtîkaya bêcezatiyê” bi nav kir û wiha axivî: “Kes vê bêhiqûqiyê qebûl nake. Nobeta Edaletê ya malbatê ji bo me hêceta têkoşînê ye. Ji ber vê yekê em spasiyê xwe pêşkeşî dayikê û Ferît dikin. Ev berxwedana wan rûmet e. Ez bejna xwe li ber wan ditewînim.”   Ferît Şenyaşar jî diyar kir ku serdana şandeyê hêz daye wan û spasiyên xwe pêşkeş kirin. Dayik Emîne Şenyaşar jî bertek nîşanî polîsên ku dîmen dikişandin da û wiha got: “Herin li pey kesên ku komkujî pêk anîn bigerin, herin wan bigirin.”   Şandeyê piştî demekê bi malbatê re hevdîtin kir, ji qada nobetê veqetiya.    'EDALET PÊK NEYÊ WÊ WIJDANA CIVAKÊ BIÊŞE'   Endamên Koma Bajar jî serdana malbatê kir. Koma ku ji bo 28’emîn salvegera damezirandina Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li bajêr bû, tevî Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî di nav de nûnerên navenda giştî û nûnerên Platforma Şaxa Rihayê amade bûn. Vedat Yildirim ê li ser navê Bajar axivî, diyar kir ku têkoşîna malbatê dişopînin û got: “Heke edalet pêk neyê wê wijdana civakê biêşe.” Pişt re Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk wiha axivî: “Lêpirsîneke bi bandor nayê bi rêve birin. Ji bo faîl bên dîtin divê lêpirsîneke bi bandor were kirin. Divê demildest daxwazên malbatê yên edaletê bên pêşwazîkirin. Em weke konfederasyon heta dawiyê li cem malbatê ne.”   Şandeyê bi malbatê re demekê nobet girt û pişt re ji qadê veqetiya.