Li Hevseroka MEBYA-DER’ê 10 sal ceza birîn 2021-12-13 13:22:37   AMED - Li Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 10 sal ceza hat birîn.    Danişîna doza derbarê Hevseroka Komeleya Yekitî û Çandê ya Piştevaniya Malbatên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) Yuksel Almas de ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye vekirin, li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Almas, ji Girtîgeha Jinan a Amedê bi SEGBÎS’ê beşdar bû. Parêzerên Almas Havva Atli û Mûhîttîn Mûgûç jî di danişînê de amade bûn.    Dozger, mutalaaya xwe ya di danişîna beriya niha de dabû careke din dubare kir û xwest Almas girtî were darizandin û were cezakirin.    DAXWAZA BERAETÊ    Almas a li dijî mutalaayê mafê axiftinê dane, diyar kir ku nêzî saleke girtiye û hemû çalakiyên ku tevlî bûye qanûnî ne. Almas, dazanîn ku endam û rêvebera MEBYA-DER’ê ye û bi bîr xist ku hevjînê wê di sala 1995’an de jiyana xwe ji dest daye. Almas, bi lêv kir ku ew êşên ku wê kişandine naxwaze kes din bikişîne û daxwaza beraeta xwe kir.      Parêzeran jî diyar kirin ku di danişînên din de bi awayekî berfireh beyan dabûn, bi muwekîla wan re nexweşiya dil û astimê heye. Parêzeran xwest ku muwekîla wan were berdan.  Şandeya Dadgehê piştî navbereke kurt bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji sînorê jor 10 sal ceza li Almas birî û biryara berdewama girtina wê da.