Zarokê di bin daran de ma jiyana xwe ji dest da 2021-12-13 12:23:29   ŞIRNEX - Li bajarokê Bêspîn yê Sîlopyayê zarokê 15 salî ku di bin daran de ma  jiyana xwe ji dest da.    Li bajarokê Bêspîn yê girêdayî navçeya Silopiya ya Şirnexê zarokê bi navê Cuma Sadak (15) ji bo ku ji xwe re telefon bikire çûbû komkirina daran, di bin daran de ma. Sadak li cihê bûyerê bi giranî birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Lê tevî hemû hewledanan jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Sadak, piştî karûbarên otopsiyê li goristana bajarok hat definkirin.