‘Tecrîdê di cenazeyê Garîbeyê de jî xwe nîşan da’ 2021-12-13 11:32:22   MÊRDÎN - Hiqûqnasan bal kişand ser merasîma cenazeyê Garîbe Gezer û wiha gotin: “Îşkenceya sîstematîk, cihekarî, mûameleya derveyî mirovahiyê û tecrîdê xwe di cenazeyê Garîbeyê de jî nîşan da.”   Cenazeyê Garîbe Gezer a li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandirayê piştî îşenceya sîstematîk û tundiya zayendî ku li wê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da di 10’ê Kanûnê de ji Stenbolê anîn Mêrdînê. Polîsan bi gotina “Cenazeyê xwe bigirin û herin ulen” ji welatiyên ku li Stenbolê cenaze girtin re heqaret kirin. Cihekarî û helwesta êrîşkar a li ser cenaze li Mêrdînê jî berdewam kir. Wesayîta cenaza ya aydê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku ji balafirgehê cenazeyê Garîbe bigire û bibe navçeya Kerboranê ji aliyê polîsan ve paşve hat vegerandin. Polîsan ji malbatê re got “cenazeyî bi derfetên xwe bibin.” Cenaze nêzî 2 saetan li balafirgehê di römorka wesayîta kargoyê de hat sekinandin.    WÊ GILIYÊ MIDURIYETA POLÎSAN Û ŞAREDARIYÊ BIKIN’   Beriya merasîma cenazeyê Garîbe jî li herêmê gelek cenaze rastî pêkanînên bi heman rengî hatin, tiştên hatin qewimîn careke din nêzîkatiya polîsan, rêveberiya qeyûm û desthilatê ya li dijî cenazeyên kurdan anî rojevê. Navenda Mafên Jinan a Baroya Mêrdînê û Navenda Mafên Mirovan di rapora xwe de diyar kirin ku polîs û şaredariyê sûcên nefret û cihêkariyê kirine û ew ê serî li dozgeriyê bidin û giliyê wan bikin. Endama Desteya Rêveber a Baroya Mêrdînê Rûşen Bîngul Bînbaş û Seroka Navenda Mafên Jinan a Baroya Mêrdînê Seher Acay ku roja cenazeyê Gezer hat li balafirgehê bûn, helwesta li dijî cenaze nirxandin.     BÎNBAŞ: TECRÎDÊ XWE DI CENAZE DE JÎ NÎŞAN DA   Bînbaş, bi lêv kir ku rewşa dema sekinandina cenazeyê Garîbeyê ya balafirgehê herkes êşand û wiha got: “Tişta li wir bi cenazeyî hat kirin, pêvajoya di girtîgehê de berdewam kir. Îşkenceya sîstematîk, cihekarî, mûameleya derveyî mirovahiyê û tecrîdê ku Garibeyê jiya xwe di cenazeyê wê de jî nîşan da. Rawestandina cenaze ya di romorkê wesayîta kargo de derveyî mirovahiyê bû. Esas ev tişt berdewama polîtîkayên cihekariyê ku Garîbeyê jiyan bû.” Bînbaş, dazanîn ku di şertên asayî de divê cenaze bi wesayîta aydê şaredariyê hatibûya hilgirtin û wiha berdewam kir: “Cenazeyê Garîbeyê bixeter hat dîtin. Ji ber bixeter hat dîtin jî bi hêceta “hilgirtin bifikare” wesayîta cenaze ya şaredariyê paş ve hat vegerandin. Cenaze bi vî awayî bi saetan li derve rawestandin. Malbat di wê sarmayê de hat sekinandin. Xeterî û fikara vekişîna wesayîtê ya saziyan çi ye? Fikareke vê ya çawa hebû? Cenazeyek xetereyek û fikareke çawa derdixîne holê.”   SÛCÊ CIHEKARIYÊ HAT KIRIN   Bînbaş, destnîşan kir ku wê rojê di cenazeyê Garîbeyê de dîtin ku sûcê cihekariyê hatiye kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li wê derê binpêkirina mafên mirovan hebû. Bi rastî jî li dijî kurdan li dijî girtiyeke siyasî cihekarî hebû. Wê tiştên beriya cenaze û piştî cenaze qewimîn di dîrokê de cihê xwe bigirin û dê weke şerma Tirkiyeyê bimînin.”   ACAY: CIHEKARÎ DI HOLÊ DE YE   Parêzer Seher Acay jî da zanîn ku li gorî qanûnên Tirkiyeyê û peymanên navnetewî di holê de ye ku cihekarî hatiye kirin. Acay, bi lêv kir ku ew dîmenê dema radestkirina cenaze derket holê ji wijdana mirovan êşand û wiha got: “Me dîmenekî derveyî xwezaya mirovan dît. Belê me bi şermeke mezin mecbûr man temaşe bikin. Wê dîmenê rastiyek nîşan dida divê ev were dîtin.”   MA / Ahmet Kanbal