Li Çiyayê Bagokê tevgera leşkerî didome 2021-12-13 10:48:46   MÊRDÎN - Hat ragihandin ku li Çiyayê Bagokê yê Nisêbînê tevgera leşkerî didome.    Hat diyarkirin ku li bejahiya Çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê çend roj in tevgera leşkerî lê didome. Hat zanîn ku leşker û tîmên taybet li herêmên nêzî cihên sivîlan ên li herêmê tên sekinandin. Çavkaniyên herêmî ragihandibûn ku beriya du rojan çiya hatiye bombebarankirin. Hat ragihandin ku helîkopter li esmanên herêmê digerin.