Doza Komkujiya Konyayê sibê ye: Bila herkes li dozê xwedî derkeve 2021-12-13 09:01:49 ENQERE - Danişîna ewil a doza Komkujiya Konyayê ku ji bilî kujer tu bersûc negirtî ne, derbarê 11 kesan de hatiye vekirin, wê sibê pêk were. Parêzer Abdûrrahman Karabûlût diyar kir ku îdianame ji “daxwaza berdanê ya veşartî” pêk tê û banga xwedî derketina dozê kir.  Danişîna ewil a doza derbarê qetilkirina 7 ferdên malbata Dedeogûllari de ku li navçeya Meram a Konyayê ji hêla Mehmet Altûn ve hatibûn qetilkirin, dê sibê li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Konyayê were dîtin. Mehmet Altûn ê komkujî pêk anî dê weke yekane bersûcê girtî derkeve pêşberî dadgehê. Ji malbatên Keleş û Çalik jî 10 kes wê negirtî werin darizandin.    ‘ÎDÎANAME JI DAXWAZA BERDANA VEŞARTÎ PÊK TÊ’   Parêzerê malbata Dedeogûllari ku têkildarî danişînê axivî, diyar kir ku îdîaname bêyî ku lêpirsîneke bi bandor bê kirin hatiye amadekirin û wiha got: “Îdîaname ji daxwaza berdanê ya veşartî pêk tê. Di hevdîtinên min de serokên dadgehan bi xwe jî gotin.”   ’22 DAXWAZ NEHATIN QEBÛL KIRIN’   Karabûlût, diyar kir ku di dema lêpirsînê de wan ji bo ku li pişt tetîkkêş kî hene were lêkolînkirin 22 daxwazên cuda kirine û destnîşan kir ku tu daxwazên wan bi cih nehatine. Karabûlût, bi lêv kir ku wan xwestiye ku piştî komkujiyê telefon werin guhdarkirin û wiha berdewam kir: “Me xwest kesên hatine girtin di girtîgehê de di çarçoveya CMK’ê de werin guhdarkirin. Ev jî nehat kirin. Dema lêpirsînê de nêzikatiyeke ku dozger, dadger û parêzerê dosyayê em in hebû. Îdîaname bi vî awayî hat pêşkeşkirin. Hewce bû dadgeh îdianame paşve vegerandibûya. Lê qebûl kirin û bi awayekî sê sê berdan. Têkildarî êrişa 12’ê Gulanê jî tenê du kes girtî ne.”   ‘HAT ÎSPATKIRIN KU ÊRIŞEKE NIJADPEREST E’   Karabûlût, destnîşan kir ku ji saeta komkujiyê ve desthilatê daxuyanî dan ku “ne êrişeke nijadperest e” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê me di serî de got. Muwekîlên min di îfadeyên xwe yên 12 û 22’yê Gulanê de bi awayekî aşkera digotin tiştên hatin qewimîn êrişa nijadperest e. Dema me di asta lêpirsînê de li qeydên whatsapê nêrîn bi gotina “kurd bi aqil bûn?” ev bi awayekî aşkere derket holê û bi delîlan hat îspatkirin.”   BANGA XWEDÎ DERKETINA DOZÊ    Karabûlût, banga xwedî derketina dozê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em daxwaz dikin ku herkesê ji xwe re dibêjin ‘ez mirov im’ aîdîtiya wan çibe bila bibe tevkariyê li vê dozê bikin. Ji bo ku tu car din êrişên wisa çênebin divê herkes xwedî li vê dozê derkeve. Em dixwazin ku li dijî nijadperestiyê herkes xwedî li vê dozê derkeve. Em daxwaz dikin ku hemû hempîşeyên me ji aliyê hiqûqî ve tevkariyê li me bikin û xwedî li dozê derkevin. Em herkesê vedixwînin danişîna ku sibê saet 09.00’an de pêk were.”   MA / Zemo Ağgöz