ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2021'AN 2021-12-13 09:00:08 * Danişîna ewil a doza Komkujiya Konyayê ku ji bilî kujer tu bersûc negirtî ne, derbarê 11 kesan de hatiye vekirin, wê sibe pêk were. Parêzer Abdûrrahman Karabûlût diyar kir ku îdîaname ji “daxwaza berdanê ya veşartî” pêk tê û banga xwedî derketina dozê kir.  * Li girtîgehan di 10 salên dawî de hejmara girtiyên nexweş 6 qet zêdebûn. Seroka Komîsyona Mafên Mirovan a ATO’yê Aysel Ulker bi lêv kir ku li girtîgehan rîskeke mezin a nexweşî û mirinê ku nikare bi derve re were hevberkirin heye.   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 280'an de berdewam bike.    * Danişîna doza rojnamevan Dûrket Suren wê li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were dîtin.    * Danişîna doza Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas wê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were dîtin.    * Baroya Amedê, ÎHD, TÎHV û Odeya Bijîjkan a Amedê wê bi boneya Hefteya Mafên Mirovan piştî daxuyaniya hevpar a li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê wê li Şaxa PTT’ê ya Navendî ji girtiyên nexweş û siyasetmedarên girtî re kartan bişînin. (12.30 -13.30)    * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan wê li Baroya Amedê di roja 28'emîn de berdewam bike. (13.00-16.00)    * Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê têkildarî Garîbe Gezer a ku di girtîgehê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da wê li avahiya şaxê civîneke çapemeniyê li dar bixe. (14.00)