Li Wanê Nobeta Edaletê di roja 4’emîn de ye 2021-12-12 20:10:46   WAN - Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan dane destpêkirin di roja 4’emîn de ye. Parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû yê serdana nobetê kir wiha got: “Ji bo ku dengê we ragihînim, çi ji destê min bê ez ê bikim.” Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan li Wanê dane destpêkirin di roja 4’emîn de berdewam dike. Parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî serdana çalakiya malbatan a li Baroya Wanê didome kirin. ‘EM Ê BIBIN DENGÊ WE’ Gergerlîoglû yê di serdanê de axivî, diyar kir ku li girtîgehan mafên mirovan bi niyeteke nebaş tên binpêkirin û wiha got: “Em ji girtîgehan gelek serlêdanan digirin. Em hewl didin vê ji rayedaran re ragihînin. Em bi hemû qeweta xwe hewl didin pêşî liv an zextan bigirin. Ez vê berxwedana dayikên me pîroz dikim û ji wan re serkeftinê dixwazim. Em ê her tim li cem wan bin. Ji bo ku dengê we ragihînim, çi ji destê min bê ez ê bikim.” ‘EM EDALETÊ DIXWAZIN’ Dûre hevjîna Îbrahîm Alkan Dilşah Alkan axivî û wiha got: “Hevjînê min gelek nexweşe û 67 salî ye. Nexweşiyên wî yên tansiyon û şekir hene. Mecbûre ku her tim derziya insulinê bikarbîne. Hevjînê min baş muayene nakin, dema diçe cem bijîjk jî rast û dirust dermanan nadinê. Em dixwazin xwedî li girtiyan were derketin. Em edaletê dixwazin. Bila êdî ev îşkence û mûameleya xerab bi dawî bibe.” ‘BILA JI WIR DARBEST DERNEKEVIN’ Dayika Botan Tîmûr ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê dimîne, Zubeyde Tîmûr jî wiha axivî: “Em ji bo hemû girtiyan edaletê dixwazin û naxwazin darbest ji wir derkevin. Zarokên me di bin zilmeke mezin de ne. Lawê min 6 sal in di girtîgehê de ye û di hucreya yek kesî de tê girtin. Lawê min wê rojê ji bo dadgehê birin Colemêrgê. Di dema vegerê de diviya bû 14 rojan di karantînayê de mabûya lê mehek û 9 rojan di qawişa karantînayê de girtin. Em edaletê dixwazin.”