Li Şengala ku Tirkiye lê tê şermezarkirin êrişî gel hat kirin 2021-12-12 17:29:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Eskerên Iraqê li Şengala ku Tirkiye lê tê şermezarkirin, êrişî gel kirin û 2 kes birîndar kirin.    Ciwanan, li navçeya Sinûnê ya Şengalê, helwesta artêşa Iraqê ya li hemberî êrişên dewleta tirk, bi çalakiyekê şermezar kirin. Artêşa Iraqê ya ku xwe li çalakiya şermezarkirinê negirt, êrîşî ciwanan kir. Di êrişê de yek jê rojnameger herî kêm 2 ciwan birîndar bûn.    Di 7’ê Kanûnê de balafira bêmirov û biçek ya dewleta tirk wesayîta Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel û zarokên wî bombebaran kiribûn. Di encamê de Merwan Bedel jiyana xwe ji dest dabû û du keçên wî jî birîndarbûbûn.   Dewleta tirk di 11'ê Kanûnê de jî Meclîsa Gel a Xanesorê bombebaran kir û di encama bombebaranê de zirara giyanî çênebûbû, lê avahiya meclîsê bi temamî wêranbû.