Denîz Poyraz li ser gora xwe hat bibîranîn 2021-12-12 12:07:50   ÎZMÎR - Rêveberên HDP, hîqûqnasan serdana gora Denîz Poyraz kir û ew bibîr anîn.    Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê bi minasebeta Hefteya Mafê Mirovan serdana gora Denîz Poyraz a li HDP’a Îzmîrê hatibû kuştin, kirin. Gora Poyraz li Goristana Kaynaklara Bucayê ye. Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Umît Dede yê ji Komîsyona Hiqûqê û Mafê Mirovan Berpirsiyar e, Hevserokên HDP’a Îzmîrê û parêzerên Doza Denîz Poyraz Turkan Agaç Aslan û Mecî Yildirim beşdarî merasîma bîranînê bûn.    Hevserokê HDP’a Îzmîrê Abdulkadîr Baydur di serdana gorê de axivî û diyar kir ku Denîz Poyraz şehîda partiya wan e û ew soz didin Denîzê wê aştiyê pêk bînin û bîranîn ûxeyalên wê bicih bînin.    Umît Dede jî destnîşan kir ku ew ê hesab ji berpirsiyar û kujerên Denîz Poyraz bixwazin û wê xwedî li doza wê derkevin.