Aydar: Hikumeta Herêmê rê nade ku OPCW’ê çekên kîmyewî lêkolîn bike 2021-12-12 10:10:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar derbarê bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê Tirkiyê ve pêk tê got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê rê nade ku OPCW lêkolînên çekên kîmyewî bike."   Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar derbarê bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê Tirkiyê ve ku li dijî PKK'ê û xelkê Herêma Kurdistanê pêk tê ji RojNewsê re axivî.    Zubeyîr Aydar di axaftina xwe de bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê Tirkiyê ve pêk tê û wiha got: "Dewleta Tirk di şerê li dijî gerîla de xetimiye. Li hember berxwedana gerîla, nekarîn serbikevin û niha jî çekên kîmyewî bikartînin. Li pêş çavê tevahî cîhanê û li her qadê ev çekên qedexekirî bikar tînin. Komek gerîla şehîd bûne û gelek gundiyên derdor jî jê zerer dîtine. Em li ser vê mijarê disekinin, lê mixabin cîhan bêdenge. Rêxistina dijî çekên kîmyewî ku navenda wê li Hollanda Den Haag’ê ye, li ser xwestekên dewletan dikeve tevgerê. OPCW xwe ji bo me nebihîstî dike. Cihê ku çekên kîmyewî tê bikaranîn, Başûrê Kurdistanê ye û Hikumeta Herêma Kurdistanê bixwe alîkariya dewleta Tirk dike û ji cîhanê re dibêje tiştek wisa nayê bikaranîn. Yê ku nahêle lêkolîn bê kirin Hikûmeta Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Me di ragihandinên cîhanê de ev mijar xistiye rojevê, lê wekî tê xwestin me nekariye em deng ji dewlet û OPCW derxin. Lê emê heta dawî vê mijarê bişopînin û bigihijînin armancê. Erdogan û Tirkiye li ser rêya Seddam Huseyîn û Iraqa kevin dimeşe û wê dawiya wan wekhev be. Emê di demek nêz de bigihijin serkeftinê. Ji bo wê em bang li gelê xwe dikin ku di warê berxwedanî û têkoşînê de bibin xwedî rol."