‘Armanca çêkirina girtîgehên tîpa S'yê rewakirina tecrîdê ye' 2021-12-12 09:06:56   STENBOL - Hevseroka MATÛHAY-DER'ê Esîn Çelîk, diyar kir ku armanca girtîgehên tîpa S'yê rewakirina tecrîdê ye û Seroka ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî jî anî ziman ku qethiyen tecrîdê qebûl nakin.   Ji deverên herî zêde binpêkirinên mafan rû didin yek jê jî girtîgeh in. Her wiha li gor rapora Çile-Mijdara 2021'ê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî di 11 mehan de 4 hezar û 930 kes ji ber binpêkirinên mafan serî li komeleyê dane. Di raporê de hatiye diyarkirin ku li girtîgehên Tirkiyeyê herî kêm 52 girtî bi îşkenceyê û muameleyê nebaş re rû bi rû mane, 15 jê girtiyên nexweş 39 girtî jî jiyana xwe ji dest dane.    ‘DIXWAZIN TECRÎDÊ BIKIN TIŞTEKÎ QANÛNÎ'   Seroka ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî, destnîşan kir ku di serî de li Girtîgeha Îmraliyê û bi giştî jî li tevahiya girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûne û got: "Cardin qedexeya hevdîtina bi malbatê û parêzeran re danîn ber Ocalan. Serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê tim bi awayekî neyînî tên bersivandin. Yanî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan hat domandin. Em tecrîdê wekî rêbazeke îşkenceyê dinirxînin û qethiyen em tecrîdê qebûl nakin."    ‘GIRTÎGEHÊN TÎPA S'YÊ TECRÎDÊ GIRANTIR DIKIN'   Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Ji Bo Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MAYTÛHAY-DER) Esîn Çelîk jî bal kişand ser girtîgehên tîpa S'yê yên li Antalya, Manavgat, Bodrûm, Samsûn û bajarên din ji bo girtiyênsiyasî hatine çêkirin. Çelîk, destnîşan kir ku armanca van girtîgehan ew e ku girtî bi temamî bên tecrîdkirin. Çelîk, anî ziman ku ev girtîgehên tîpa S'yê pêkanîneke dijî maf û azadiyên mirovan e. Çelîk, bilêv kir ku girtîgehên tîpa S'yê encameke tecrîda girankirî ya li ser Ocalan e û got: "Bi vê pêkanînê dixwazin tecrîdkirina Birêz Ocalan rewa bikin."    RÊBAZA CEZAKIRINÊ   Çelîk, diyar kir ku şert û mercên girtîgehên tîpa S'yê ji yên tîpa F'yê girantir in û got: "Em dizanin ku ev girtîgeh ji bo girtiyên cezayê muebedê liw an hatiye birîn hatine çêkirin. Rêbazeke cezakirinê ya bi vî rengî li tu devera cîhanê tune ye. Ev tê wateya bênasnamekirin girtiyan, binpêkirina vîna wan. Em vê bêhiqûqîtiyê qebûl nakin."