Li Şirnexê kesek hat girtin 2021-12-12 08:08:05   ŞIRNEX - Endamê  Meclîsa Şaredariya HDP'ê ya Silopiyayê Abdullah Kaçmaz hat girtin.     Di 7'ê Kanûnê de li navçeya Sîlopiyayê ya Şirnexê endamê Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mehmet Miraç Dînç û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sumeyye Gok û endamê Meclîsa Şaredariya Silopiyayê yê HDP'ê Abdullah Kacmaz hatibûn binçavkirin.    Duh endamê Meclîsa Şaredariya Sîlopiyayê Abdullah Kaçmaz, piştî îfadeyê wî yê edliyeyê sewqî dozgeriyê hat kirin.  Dozgeriyê daxwaza girtina Kaçmaz kir.     Kaçmaz ê ku sewqî dadgeriyê hat kirin, bi îddaya "Kesê sûcdar veşartiye" hat girtin. Kaçmaz, şandin Girtîgeha Şirenxê ya Tîpa T. Hat zanîn ku wê parezerê Kaçmaz îtîrazê vê biryarê bike.    Her wiha hat ragihandin ku dema binçavkirinê ya Dînç û Gok jî hatiye dirêjkirin.