Kaçmaz: Me çok nedanî û em ê nedanîn 2021-12-11 16:52:54   ŞIRNEX - Parlementerê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz, di kongreya rêxistina HDP'ê ya Sîlopî de axivî û ev tişt got: "Me li hemberî we çok dananî û em ê daneynin."    Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Sîlopyayê ya Şirnexê, li Parqa Ahmet Kaya ya navçeyê 4'emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist. Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, endamên MEBYA-DER, Meclîsa Dayikên Aşitiyê, aktîvîstên TJA'yê, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyên Şirnexê û gelek welatî tevlî kongreyê bûn. Di kongreyê de pankartên "Me bi ciwanî dest pê kir û em ê bi ciwanî bi serkevin" , " Em xwe bi rêxistin bikin, azad bibin" hatin daleqandin.    Di kongreya ku jinên botanê bi kincên xwe yên herêmî tevlî bûn de destpêkê Hevserokê HDP'a Sîlopiyayê Kadîr Kûnûr axivî. Kûnûr, diyar kir ku bi binçavkirin û girtinan dixwazin partiya wan tasfîye bikin û ew ê li dijî vê têbikoşin.    'XWELÎ LI SERÊ WE BE'   Piştî Kûnêr Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz axivî. Kaçmaz, bal kişand li ser polîtîkayên hikûmetê yên li dijî kurdan û wiha got: "Xwelî li serê wan kesên ku bi salan e dibêjin, 'em ê gelê kurd tune bikin' û ji van polîtikayan ders negirtine. Em soz didin gelê xwe, em ê li ber xwe bidin heta ku bi serkevin. Li ser vê axê ji 7 saliyan heta 70 saliyan herkes politikayên dewletê ji nêz ve dişopîne û dibîne. Zordarî û zilma li ser vî gelî her tim heye. Li ser vê axê her şexs di vê zilmê re hatiye derbaskirin. Çawa ku ew çeteyên digotin, 'em ê kurdan tune bikin' û ew tune bûn, kesên ku îro zilmê dikin jî em ê têk bibin. Çiqas erîş bikin em ê bi hêz bibin û bi ser bikevin."   'TÊKÇÛNA WAN DESTÊ ME DE YE'   Di berdewamê axaftina xwe de Kaçmaz, balê kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: "Sedema tecrîda Îmraliyê têkçûna vê hikûmetê ye. Girankirina tecrîdê dijminahiya li hemberî gelê kurd e. Ev tecrîd li dijî aşitiyê ye. Ji ber wê jî divê îro desthilatdariya AKP û MHP serî li polîtîkayên aşitî û çareseriyê bide. AKP û MHP qanûnên xwe jî bin pê dikin. Îro tu kes tune ye ku mafê wan nehatiye binpêkirin. Çawa ku HDP'ê di 2015'an de vê hikûmetê têk bir wê careke din têk bibe. Têkçûna wan wê bi destê vî gelî be."   'EM ÇOK DANAYNIN'   Kaçmaz, destnîşan kir ku erişên li dijî wan têkoşîna wan xurttir dikin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: "Ji ber ku nikarin bi me eriş dikin û operasyonên binçavkirinê pêk tînin. Dixwazin bi vî awayî me terorîze bikin. Em her gav dibêjin, 'Vî gelê pîroz tu car li ber zilmê serê xwe netewandiye'. Eger xweşî û aramiyê bixwazin wê dev ji van polîtîkayan berdin. Wê ev polîtîka bi sernekevin. Îro jî erişî avahiya me ya Cizîrê kirin û gelek hevalên me binçav kirin. Sedema vê jî ew komploya xistibûn dewrê ye. Lê ev komplo vala derket. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu li pêşberî milyonan derew kir. Em ê van polîtîkayên wan ê derew teşhîr bikin. Ew li ku erîş bikin em ê bêtir xwedî derkevin. Ew ê ku gotin em ê bi binçavkirinan bikin ku kongreya wan vala derbas bibe, ew bi xwe vala derketin, ev gel çok danayne û wê daneyne."    Di dawiya kongreyê de ji bo hevserokiya HDP'a Sîlopyayê Yakûp Taniş û Asûman Kulter hatin hilbijartin.    Kongre bi gerandina govendê û dirûşmeyên "Bijî berxwedana HDP'ê" bi dawî bû.