Berteke operasyonê: Wê ev derî neyê girtin 2021-12-11 15:17:27   ŞIRNEX - Hevserokê HDP'â Şirnexê Sabahattîn Denîz, bertek nîşanî serdegirtina avahiya partiya wan a Cizîrê da û ev tişt got: "Em li vir in, serê me bilind e. Hûn me hemûyan jî bigirin wê ev derî neyê girtin."   Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve hatibû destpêkirin de polisan di saetên serê sibehê de bi ser avahiya HDP'ê ya Cizîrê de girtibûn û zêdetirî 5 saetan lêgerîn pêk anîbûn. Hat hînbûn ku lêpirsîn derbarê kuştina birayê Serokê AKP'ê yê Cizîrê Tahîr Guven de ye û ji bo 26 kesan biryara binçavkirinê hatiye dayîn. Di çarçoveya lêpirsînê de li Cizîr û Silopiyayê polisan bi ser malan de jî girt û heta niha li her du navçeyan 15 kesan binçav kirine.   Rêxistinên HDP'ê yên Şirnex û navçeyên wê, serdegirtina avahiya HDP'ê Cizîrê li ber avahiyê bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Endam û rêvebrên HDP'ê yên Şirnex û navçeyên wê, Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Girseyê di daxuyaniyê de wêneyên Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û Asya Yuksel, Taybet Înan ku cenazeyê wê li Silopiyayê 7 rojan li erdê mabû û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Ûyar ên li Silopiyayê hatibûn kuştin ku polisan di serdegirtinê de xesar dabûn wan hilgirt û dûrişmeya "Zext nikarin me têk bibin" berz kir.    'SERÊ ME BILIND E'   Di daxuyaniyê de destpêkê Hevserokê HDP'a Cizîrê Mesût Mert axivî û bertek nîşanî serdegirtinê da. Piştî Mert Hevserokê HDP'a Şirnexê Sabahattîn Denîz axivî û ev tişt got: "Tiştên di serdegirtina avahiyê de hatine kirin hiqûqa mêtîngehê ye. Tenê mêtîngehkar dikarin wiha tevbigerin. Em weke HDP'iyan li vir in û serê me bilind e. Hûn me hemûyan jî bigirin wê ev derî neyê girtin. Ji salên 1990'î ve çawa ku me DSP, ANAP'ê şand ser sergoyê dîrokê, em ê bi heman rengî desthilata AKP-MHP'ê jî bişînin ser sergoyê dîrokê."   Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.     Çalakî bi dûrişmeyên “Bijî berxwedana HDP” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" bi dawî bû.