Sedan kesan serdana şîna Gezer kirin 2021-12-11 13:48:15 MÊRDÎN - Sedan kesan serdana şîna ji bo Garîbe Gezer li navçeya Kerboranê hatiye danîn kirin. Cenazeyê Garîbe Gezer a li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandiraya Kocaeliyê piştî ku îşkenceya sîstematîk lê hat kirin jiyana xwe ji dest da, li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê hat veşartin. Ji bo Gezer li Mala Şînê ya Seyît Hasan şîn hat danîn. Ji danê sibehê ve Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) ên navend û navçeyan jî di nav de bi sedan kesan serdana şîna Gezer kirin.    Şîn wê 3 rojan bidome.    Li aliyê din hat diyarkirin ku Miftîtiyê ferman daye meleye Mizgefta Seyît Hasan ku mala şînê bigire lê piştî malbat ketiye dewrê, ev yek hatiye astengkirin.