Hejmara kesên bi hedef nîşandana Soylû hatin binçavkirin zêde bûn 2021-12-11 12:42:38 ŞIRNEX - Polîsan piştî hedef nîşandana Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylû bi ser avahiya HDP’a Cizîrê de girtin û lêgerîna avahiyê 5 saet û nîvan dom kir. Polîsan di serdegirtinên malan ên hemwext de jî gelek kes binçav kirin.  Polîsan di saetên serê sibê de li navçeya Cizîra Şirnexê bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê de girtin. Di rojên borî de Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû di Lijneya Giştî ya Meclîsê de HDP’î hedef nîşan dabûn. Piştî vê hedef nîşandanê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê daye destpêkirin de, polîsan bi ser avahiya navçeyê de girtin û lêgerîn heta saet 10.00’an berdewam kir.    Polîsan di serdegirtina avahiya partiyê de deriyên derve û hundir hemû şikandin û tiştên hundir hemû belav kirin. Li ser mase û kursiyan şopên lingan hebûn. Polîsan wêneyên Hevserokên Meclîsa Gel ên Cizîrê Mehmet Tûnç û Asya Yuksel ku dema qedexeyên derketina derve ya Cizîrê de hatibûn qetilkirin, Dayika Taybet (Taybet Înan) ku piştî li Silopiyayê hat kuştin cenazeyê wê 7 rojan li kolanê mabû, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar a di sala 2015’an de li Silopiyayê hatibûn qetilkirin û flamaya MEBYA-DER’ê bi kêran perçe perçe kirine û avêtine erdê. Polîsan di dema serdegirtinê de dest danîne ser hin materyalên dîjîtal, wêne, flama, rojnameyên Yenî Yaşam û Xwebûnê jî.    GELEK KES HATIN BINÇAVKIRIN   Polîsan, ligel avahiya HDP’ê bi awayekî hemwext li navenda Şirnex, navçeyên Cizîr û Silopiyayê jî bi ser gelek malan de girtin. Polîsan li Cizîrê Hevserokê MEBYA-DER'a Şirnexê Serhat Kuçuk, rêveberên HDP'a Cizîrê Naîm Înedî û Botan Em, welatiyên bi navê Asya Arslan, Mele Kasim Yîgît, Alî Tûnç, Azîz Ûygûr, Zîndan Mûlû, Velî Ekren, Diyar Olmez binçav kirin. Li Silopiyayê jî polisan Delîl Urek, Tuncay Înal û Nadîr Onûk binçav kirin. Hate hînbûn ku ji ber kesên lêgerîna wan heyî li malên xwe nebûn, Lİ Şirnexê kes nehatine binçavkirin.    Li ser serdegirtina polîsan a rêxistina navçeya Cizîrê ya HDP’ê wê îro saet di 13.00'an de li ber avahiya partiyê daxuyanî bê dayîn.    BERTEK NÎŞANÎ SERDEGIRTINÊ DA   Hevseroka HDP’a Cizîrê Zîlan Ecevît bertek nîşanî serdegirtina polîsan a avahiya wan da û wiha got: “Dema em hatin partiya xwe hemû deriyên me şikandibûn. Tevî ku deriyên me yên li hundirê avahiyê vekirî bûn jî ew şikandine. Hemû tiştên di avahiyê de hatine belavkirin. Wan amblem, wêneyên Taybet Înan, Asya Yuksel, Mehmet Tunç perçe kirine. Heta amblema HDP’ê jî çirandine. Em careke din li vir dijminatiya jinê dibînin.”