Di kuştina Sonmez de Wezareta Karên Hundir biqusûr hat dîtin 2021-12-11 10:21:54 MÊRDÎN - Di doza Ahmet Sonmez ku dema qedexeyên derketina derve li Nisêbînê hatibû kuştin de Wezareta Karên Hundir biqusûr hat dîtin û mehkûmî tazmînatê hat kirin. Di roja duyemîn a qedexeya derketina derve ku di 1'ê cotmeha 2015'an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hatibû îlankirin de Ahmet Sonmez (54) ji aliyê polisên tevgera taybet ve hatibû kuştin. Piştî bûyerê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê ve derbarê kuştina Sonmez de lêpirsîn dabû destpêkirin. Rexmî ku çend sal di ser bûyerê re derbas bûne jî di lêpirsînê de pêşveçûn çênebû. Dozger, mîna lêpirsînêm kesên din ku dema qedexeya derketina derve hatibûn kuştin di lêpirsîna Sonmez de jî "têkiliya bi rêxistinê re"  lêkolîn kir.    SONMEZ BIQUSÛR DÎTIN   Malbat û parêzerêb Sonmez, dema ku ev lêpirsîn berdewam dikir serî li Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê dan û derbarê Wezareta Karên Hundir de doza tazmînatê vekirin. Duyemîn Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê, beşeke vê serlêdanê qebûl kir û beşeke wê jî red kir. Dadgehê, angaşt kir ku dema qedexeyên derketina derve Sonmez qedexeyê bin pê kiriye û li ber derê mala wî yê dertê kuçeyê êriş lê hatiye kirin û bi vê hincetê ji sedî 50 Sonmez "biqusûr" dît. Dadgehê, bi vê sedemê rêjeya daxwaza tazmînatê ji sedî 50 kêm kir û biryar da ku 75 hezar TL tazmînata maddî û 80 hezar TL jî tazmînata menewî ji malbata Sonmez re bê razandin.   JI WEZARETÊ ÎTÎRAZ   Hem parêzerên malbatê hem jî parêzerên Wezareta Karên Hundir biryarê li Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Dîlokê îtîraz kirin. Parêzerên malbatê, îtîrazî biqusûr nîşandina Sonmez kirin. Parêzerên Wezareta Karên Hundir jî angaş kirin ku qisûra xizmeta giran a îdareyê û xesara maddî çênebûye û îtîrazî biryarên kirin û bi hinceta ku rengên kesk û sor û zer li darbesta Sonmez hatine pêçan biryar bê xerakirin.     ÎSTINAFÊ WEZARETÊ BIQUSÛR DÎT   Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Dîlokê, di 11'ê mijdarê de serlêdanan nirxand û biryara da ku qusûra Sonmez tune ye û Wezareta Karên Hundir biqusûr dît. Dadgehê, angaşt kir ku dadgeha herêmê tazmînatê şaş hesab kiriye û biryar da ku ji hevjîn û 2 kurên Sonmez yekûn 12 hezar û 500 TL tazmînata maddî bê razandin. Her wiha dadgehê biryar da ku 105 hezar TL jî tazmînata menewî ji malbatê re bê razandin.    MA / Ahmet Kanbal