Cenazeyê Mîhrîban Ata hat veşartin 2021-12-11 10:05:10   MÊRDÎN - Cenazeyê Mîhrîban Ata ya YJA-STAR’î ku li Dersimê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Dêrîkê hat veşartin.    Cenazeyê Mîhrîban Ata (Jînda Gabar) ya YJA-STAR’î ku di 5’ê Kanûnê de li Dersimê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê malbata wê ve ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hat wergirtin. Malbat di saetên derengî şevê de gihişt navçeya Dêrîka Mêrdînê û ji bo ku defin bikin cenaze bir goristana navçeyê. Gelek kes beşdarî merasîma veşartina cenaze bûn. Piştî vecîbeyên olî hatin pêk anîn, cenazeyê Ata hat veşartin.