Garîbe Gezer bi tilîliyan hat definkirin 2021-12-10 22:45:04   MÊRDÎN - Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Kandirayê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, li Kerboranê bi tilîliyan hat definkirin. Birayê wê Emîn Gezer got: "Ê serê em tim bilind be." Dêya wê Halîme Gezer jî got: "Ew Garîbeya Kurdistanê ye."    Cenazeyê Garîbe Gezer a ku li Girtîgeha Kandira ya Jimare 1 a Tîpa F'yê bi awayekî sîstematîk hat îşkencekirin û tecawizî wê hat kirin, duh bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Gezerê îro bi balafirê anîn Mêrdînê. Piştî cenaze ji Balafirgehê hat wergirtin, bi konvoyeke ji dehan wesayîtan pêkhatî ber bi navçeya Kerboranê ve hat şandin. Di dema birina cenaze de polîsan gelek caran pêşiya konvoyê birî. Gava cenaze gihaşt Kerboranê, bi sedan kesên li kêleka rê kom bûbûn bi çepikan û nîşana serketin cenaze pêşwazî kirin. Paşê cenaze ji bo şûştinê birina Mizgefta Seyîd Hesen. Bi sedan kesên li ber mizgeftê kom bûn, dirûşmeya "Şehîd namirin" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" berz kirin. Gava jinan cenaze dan ser milê xwe, girseyê jî dest bi çepikan û berzkirina dirûşmeyan kir.      'EM Ê JI YA XWE NEYÊN XWAR'   Bi hatine cenaze re bira Mehmet Emîn Gezer ku bi fîşeka polîsan felcî bûye ji girseyê re got: "Em ê engirîn. Em ê serbilind bin. Bila qet xema nexwin, dê cenazeyê me li erdê nemîne."   Dayik Halîme Gezer jî anî ziman ku dê negirîn û malavayiya hemû kesên li wir kir.    Gava jinan cenazeyê Gezerê dişûştin, girseya li derve jî tim dirûşme berz kirin û lîrandin.   Piştî şûştinê jinan cenaze hilgirt ser milê xwe û ber bi Goristana Seyîd Hesen ve çûn. Jinan heya cenaze anîn goristanê dirûşme berz kirin û lîrandin.   Polîsan nehişt her kes têkeve goristanê, tenê destûra hin kesan dan. Lê belê girseyê guh li wan nekir û ket hundirê goristanê.    Gava cenaze hat gorê xizmên wê strana "Bûka Kurdistanê" gotin. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Gezerê li cem ê birê wê Bîlal Gezer ku di çalakiyên Kobanê yên 6-8'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû, hat definkirin.    Dê Halîme Gezer li vira jî ji bo girseyê got: "Ew tenê ne Garîbeya min e. Ew Garîbeya Kurdistanê ye."    PIştî definkirina cenaze girse bi berzkrina dirûşmeyan çû mala şînê.